Bexda li ser petrolê henekan nake

În 3 Hezîran 2022 - 22:24

  • Wezareta Nefta Iraqê li hemberî şirketên neft û enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, dest bi rê û rêbazên yasayî dike. 

Wezareta Nefta Iraqê li hemberî şirketên neft û enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, dest bi rê û rêbazên yasayî dike.

Wezareta Nefta Iraqê wê giliyê şirketên Herêma Kurdistanê kar dikin bike.

Li gorî Navenda Oil Report, Wezareta Neftê ya Iraqê li dijî şirketên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, dest bi rê û rêbazên yasayî dike. Ev jî gava yekem e  ji bo bicihanîna biryara Dadgeha Federal ya Iraqê.

Wezareta Nefta Iraqê beriya niha nameyek derbarê pêngavên Hikûmeta Iraqê yên ji bo şêwazê danûstandinê de radestî herêmê kiribû. Di nameyê de gotibû, divê herêm girêdayî biryara şirketa Somo ya nîştimanî be.

Hat destnîşankirin ku di 5’ê Hezîranê de li ser giliyê Wezareta Nefta Iraqê, divê ew şirketên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, biçin Dadgeha Bazirganiyê ya Iraqê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 12’ê Gulanê de Wezareta Nefta Iraqê li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ragihandibû: "Her herêmek ji bo hinardekirina neft û gazê, bi awayekî serbixwe hevpeymanên neftê li gel şirketên cîhanê çêke, ev dibe berevajiyê destûrê û ew şirketên neftê wê bikevin ber miameleya qanûnî."

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.