Besê Hozat: Rêber Apo hêmana jiyana bi hev re ya
Çarşem 6 Mijdar 2024 - 16:00
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da zanîn Rêber Apo hêmana tifaq, yekîtî û jiyana bi hev re ya gelê Kurd û gelê Tirk e. Misogerî û garantiya vê yekê ye. Rêber Apo tê wateya gelê Kurd. Rêber Apo tê wateya yekbûna tifaqa Kurd-Tirk. Tê wateya îradeyê, misogeriyê. Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya azadiya gelên Tirkiyeyê. Tê wateya jiyana hevpar û yekîtiyê.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de ne nirxand û bal kişand ser xalên girîng.
Nirxandina Besê Hozat a beşa ewil bi vî rengî ye:
"Di encama têkoşîneke mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir. Bêguman ev hevdîtineke malbatê bû. Beriya wê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo hin agahî li nava raya giştî hatin belavkirin. Em bala xwe bidinê, di pêvajoyên beriya niha de jî her tim heman tişt bûn. Di nava 26 salên derbasbûyî de li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêber Apo destpêkê dewlet, hikumeta Şerê Taybet hin agahiyan bi vî rengî belav dike, bi rêya hin endamên xwe yên şerê taybet, li nava gelê Kurd dibe sedema tirs û fikareke mezin, piştre jî hin hevdîtinên ji bo çend caran an jî hevdîtineke carekê dide kirin. Li nava raya giştî fikrekî welê diafirîne ku mîna tecrîd rabûye, nîşan didin. Bi vî rengî hewl dide berxwedanê lawaz bike, bandora wê bişikîne. Di nava raya giştî ya demokratîk, raya giştî ya Tirkiye, herêmê û cîhanê de weke ku tecrîd şikestiye têgihiştinekê diafirîne. Piştre jî polîtîkaya şerê taybet bi rengekî dijwar, mîna berê dewam dike.
Berxwedana civakî jî mezin bû
Niha jî me heman pêvajo dîtin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, asteke gelekî girîng a bi bandor afirand. Li tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêza berxwedanê ya xurt, asta xwedîderketinê afirand. Ji qada akademiyê heta bi gelek rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên pêwendîdar gelek derdoran sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê xistin rojeva xwe. Nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê nîşan dan. Berxwedana civakî jî li her derê mezin bû. Lewma asta ku pêngava azadiyê ya navneteweyî afirand, ji aliyê dewleta Tirk ve jî lîstikên bi vî rengî xist rojevê. Ji ber ku tengav bû, gelekî zehmetî kişand. Di heman demê de bûyerên ku li herêmê diqewimin dewleta Tirk gelekî tengav dikin. Di polîtîkaya hundir, polîtîkaya derve de gelekî xitimî ye. Dema ku ev hemû komî ser hev bû, hingî hevdîtin da kirin. Bêguman ev yek bi ti awayî nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Yanî dewleta Tirk hewl dide nîşan bide ku tecrîd bi dawî bûye. Ti eleqeya vê yekê bi rastiyê re nîne. Ev rewş ji xwe şerekî taybet e. Dewleta Tirk propaganda û agahiyên şerê taybet ên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi kîjan armancê dike bila bike, bi kîjan hesabî dike bila bike wê bi rengekî gelekî nebaş li dewleta Tirk vegerin. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim.
Encameke êrîşên qirkirinê rû dide
Rêber Apo salên derbasbûyî timî got. Her rewşeke li Îmraliyê, her rewşeke neyînî bi ti awayî ji aliyê vê tevgerê ve, ji aliyê vî gelî ve, ji aliyê civaka demokratîk ve asayî nayê dîtin. Li Îmraliyê ti tişt bi rengekî asayî naqewime. Her tişta li Îmraliyê weke encameke polîtîkaya qirkirinê, encameke êrîşên qirkirinê rû dide. Lewma eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, ev gel wê cîhanê bi serê dewleta Tirk ve birûxîne. Wê li holê Tirkiye nemîne, wê li holê dewleta Tirk nemîne. Tirkiye wê veguhere dojeheke mezin. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê bê wateya şerekî navxweyî yê bêdawî. Wê bi hilweşîna dewleta Tirk, bi tinebûna Komara Tirkiyeyê bi dawî bibe.
Rêber Apo hêmana jiyana bi hev re ya
Ji ber vê yekê Rêber Apo hêmana tifaq, yekîtî û jiyana bi hev re ya gelê Kurd û gelê Tirk e. Misogerî û garantiya vê yekê ye. Rêber Apo tê wateya gelê Kurd. Rêber Apo tê wateya yekbûna tifaqa Kurd-Tirk. Tê wateya îradeyê, misogeriyê. Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya azadiya gelên Tirkiyeyê. Tê wateya jiyana hevpar û yekîtiyê.
Konsepta qirkirinê tê meşandin
Lewma her kiryar û nêzîkatiya ku gefê li tenduristiya Rêber Apo û ewlehiya Rêber Apo dixwe, wê dawî li Tirkiyeyê bîne. Wê dawî li dewleta Tirk bîne. Divê ev yek baş bê zanîn. Tiştên bi vî rengî bi rastî jî lîstina bi agir e. 26 sal in di demên cuda de vê yekê diceribînin. Şerekî taybet ê giran heye. Bi taybetî li ser Rêber Apo agahiyên cuda yên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi armanca şerê taybet belav dikin. Ev yek bi destê dewletê tê kirin. Bi destê endamên şerê taybet tê kirin. Di kirina hevdîtinê hewl dide hin têgihiştinên ku xizmetê ji şerê taybet re bikin li nava civakê biafirînin. Hewl dide civakê pasîfîze bike. Hewl dide têkoşîna azadiyê, pêngava azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lawaz bike. Piştre jî sîstema tecrîd û êşkenceyê bi rengekî giran dewam dike. Li ser gelê Kurd êrîşên qirkirinê dewam dike. Konsepta qirkirinê tê meşandin. Ya ku di vê demê de tê kirin ev e.
Tecrîd dewam dike
Weke ku min beriya niha jî got, rewşeke bi vî rengî hate amadekirin. Piştre jî ji bo gel ranebe serhildanê, tênekoşe hevdîtineke bi vî rengî xistin rojevê. Ji xwe êrîş hene, êrîş giran bûne. Em ê vê jî binirxînin. Bi Şaredariya Esenyûrtê destpê kir. Niha jî qeyim danîn ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Êrîşa li ser TUSAŞ'ê ji xwe re kir hincet û êrîşî binesaziya Rojava dike. Êrîşên qirkirinê bi rengekî giran li ser Rojava hatin kirin û dewam dikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê jî heman êrîş bi giranî dewam dikin. Vê rewşê rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku hikumeta şerê taybet a dewleta Tirk e, careke din bi şênberî raxist pêş çavan. Rêber Apo helwesta xwe nîşan da. Tecrîd dewam dike.
Muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye
Sekna xwe jî bi şênberî nîşan da. Got, 'Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim. Hêza min ji bo vê yekê heye. Dikarim di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bi roleke xurt rabim. Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê dikarim wezîfeya xwe, rola xwe bi cih bînim. Dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê bikim. Dixwazim xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê, ji komara demokratîk, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bikim. Di vê mijarê de dixwazim bi rola xwe rabim. Di vê mijarê de hêza min a teorîk û pratîkî heye' û nêzîkatiya xwe nîşan da. Muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo tevgera me, ji bo gelê me muzakerevanê sereke ye. Îradeya gelê me temsîl dike. Rêberê gelê me, gelên me ye. Rêberê azadiyê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muxatabgirtina Rêber Apo divê bê çareserkirin. Rêber Apo ji danûstandinan re amade ye. Ev yek bi şênberî careke din ji raya giştî re eşkere kir. Sekn û helwesta xwe careke din nîşan da.”
Wê berdewamiya wê bê…
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN