Rêxistina Jinan a PYD’ê Şaxê Ewrûpayê, li dijî êrişkariya DAÎŞ‘ê û dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî, bang li her kesî kir ku 27’ê Çile tevlî çalakiyên li tevahiya Ewrûpayê bibin.
Hevseroka Bajarokê Til El Şayir a Deşîşa ya li başûrê Kantona Hesekê Seda Feysel El Hermas û Alîkara wê Hind Letîf El Xidar 22’ê Çile hatibûn revandin û bi rengekî hovane hatibûn qetilkirin. Têkildarî vê hovîtiya ku bi destê çeteyên DAÎŞ‘ê hate kirin, Rêxistina Jinan a PYD’ê ya li Ewrûpayê-Rojava daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, di demekê de ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombardûmanê li herêmên Şehba û Til Rifatê dike, ev êrişa hovane hatiye kirin. Ev êrişkarî jî nîşan dide, êrişên DAÎŞ‘ê û dagirkeriya dewleta Tirk du aliyên yek diravî ne. Jin bi îrade û têkoşîna xwe hewl didin krîza li Sûrî çareser bikin û bingehekî demokratîk deynin, lewma dibin hedefa êrişên bi vî rengî.
NAVENDA NÛÇEYAN