SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO
Zaroka 12 salî ya ji pêkhateya Suryan Yûlyana Denho ji Qamişlo ye û bi berhemên xwe yên bi morîk ên rengereng cara yekemîn beşdarî 9’an Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin bû.
Yûlyana ji beriya 2 salan behreya xwe kifş kiriye. Ew niha di refa 7’an a dibistanê de ye û di demên xwe yên vala de behreya xwe bi pêş ve dibe. Yûlyana Denho diyar kir ku wê ji mîhrîcanê, çûn û hatina jinan hez kiriye. 9’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan 2 rojan dewam kir, her sal ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve, bi hevkariya Tevgara Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn tê birêxistinkirin.