- Kesayetên parêzgeha Kerkûkê li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan dan û daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku sînorek ji destdirêjî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re diyar bikin.
Li Navenda Rewşenbîrên Bajarê Kerkûkê ya li Başûrê Kurdistanê pêr êvarî nêzîkî 20 kesan li ser navê Encumena Kerkûkê ku ji rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, mamosta, kesayetên civakî û kesayetên welatparêz ên Kerkûkê helwesta xwe ya li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker diyar kirin.
Kesayetên parêzgeha Kerkûkê dijî êriş û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên serweriya xaka Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek çapemeniyê dan û daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku sînorek ji destdirêjî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re diyar bikin. Her wiha daxwaza pêkanîna madeya 140 a destûrî li herêmên Kurdistanê yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê kirin. Heman demê de hewlên Erebkirina Kerkûkê ên ji aliyê parêzgarê neçarî ê Kerkûkê ve ku berdewame di Erebkirina Kerkûkê de, dagirkirina zeviyên Kurd û Tirkmenan, bi taybet li herêmên Topzawe û Terkelan, şermezar kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê kesayetên Kerkûkê, Ebdulrehîm Hesen daxuyaniyê xwend.
Daxuyan wiha ye:“Heman demê de hilweşandina rejîma Baas’ê bibîrtînin. Gelek hêviyên me hebûn ku pişt hilweşîna rejîma Baas’ê wê gelên Iraqê bigihiştana mafên xwe yên yasayî û destûrî. Bi taybet piştî nivîsîna destûra Iraqê ya sala 2005’an ku hemû gelên Iraqê ji bo mîsogerkirina mafên xwe yên rewa, deng ji bo vê destûrê bikaranîn. Lê hinek kesên li Kerkûkê naxwazin destûra piştî hilweşandina rejîma Baas’ê li Kerkûkê were bi cihkirin ku di xala 140 a destûrê de ye ku dibe sedema têkoşîna dîrokî ya ji bo nasnameya Kerkûkê bi dawî bike.
Tevî dahatek baş ya Kerkûkê heye jî pirsgirêka dagirkirina zeviyên welatiyên Kurd û Tirkmenan hene bi taybet li herêmên Topzawe û Terkelan. Her wiha pirsgirêkên nebûn xizmetgûzariyê hene û ne hevsengiyek navbera pêşkêşkirina xizmetgûzariyê ji pêkhateyên parêzgehê re heye. Ev yek ji ber ne dadperweraneya îdare û waliyê parêzgehê ya li beramberî neteweyên Kurd û Tirkmenan e.
Dewleta Tirk rehetî ji xelkê re nehiştiye
Li gel astengiyên navxweyî gelên Iraq û Kurd bi pirsgirêkek mezintir re rû bi rû ne ku ew jî destdirêjiya li ser xaka pîroz a Kurdistanê ku bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin e. Ji bo wê daxwaz ji civaka navneteweyî dikin ku sînorek ji bo destdirêjî û êrişên dewleta Tirk a dagirker re diyar bikin ku Tirkiye rojane bi bombebarankirina bajarên Kurdan û girtina sînoran, zextê li ser gelê Iraqê dike.
Tirkiye bi berdewam êrişî xaka Kurdistanê dike ku êrişa herî dawî, êrişa ne rewa ya li ser Balefirgeh Silêmaniyê ye. Em reftar û kiryarên Tirkiyeyê bi dijminane dibînin. Li gel vê em destdirêjiyên Tirkiyeyê şermezar dikin. Daxwaz ji Civaka Navneteweyî, Rêxistina Mafê Mirovan, aliyên peywendîdar, her du hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin ku sînorek ji bo destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker re diyar bikin û şermezar bikin.
Her wiha daxwaz ji Civaka Navneteweyî û Rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku daxwaz ji her du welatên Îran û Tirkiyeyê bikin ku divê siyaset û reftarên xwe yên li hember gelên Iraq û Kurdistanê di berçavan re derbaz bikin. Êrîş û kuştina xelkê bêguneh û sivîl û dagîrkirina xaka welatên din xeta sor a civaka navneteweyî ye.’’
ROJNEWS/KERKÛK