Berxwedaneke li dijî sansurê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Tîrmeh 2021 - 05:49

Festîvala Documentarîst ya belgefilman dest pê dike. Festîval dê di navbera 3 û 9´ê Tîrmehê de online û di navbera 6 û 11´ê Tîrmehê de jî bi awayekî fîzîkî were lidarxistin. Documentarîst beriya filman nîşan bide û bernameya xwe eşkere bike bi çalakiya “Belgefilmên li hemberî sansûrê li ber xwe didin” belgefilmên hatine sansur kirin, wê nîşan bide. 

Festîvala Documentarîst bi hevkariya “Susma Platformu” û “Speak Up Platformu” dê heta 3´yê Tîrmehê belgefilman nîşan bide. Di dawiya nîşandanan de 3´yê Tîrmehê saet 20:30´an bi derhêner û temaşevanan re forûmek jî wê were lidarxistin û moderatoriya forûmê jî sînemavan Elif Ergezen wê bike.
Filmên sansûrkirî yên nîşandanê ev in:
Bakûr/Çayan Demirel-Ertuğrul Mavioğlu (2015)
Yeryüzü Aşkın Yüzü Oluncaya Dek/Reyan Tuvî (2014)
Sessiz Ölüm/Huseyin Karabey (2001)
Nû Jîn/Veysi Altay (2015)
Bîra Mi’têtin/Selim Yıldız (2015)

Ev film heya 3´yê Tîrmehê li ser malpera “Susma Platformu” wê çalak bin, kesên bixwazin dê karibin li wan temaşe bikin.

Her wiha kesên bixwazin tevlî forûmê jî bibin, dikarin bi rêya lînka li ser malperê qeyda xwe ya Zoomê çêkin û forûmê jî bişopînin.

https://susma24.com/etkinlik-sansure-direnen-belgesel-filmler/?fbclid=IwAR0zBrp9xjwv8mzIZp-Xr6urCo2AsWy260jguGAjtjPCw1qvdstbQhVIdl

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.