Berxwedanê hîs bikin!

Çarşem 29 Gulan 2024 - 03:15

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku rojên bê dibe ku li Metîna, li Girê Bahar, li xeta Xakurkê-Xinêre êrişa dagirkeriyê bê kirin û got: Em di wê baweriyê de ne ku dijmin wê bersiva pêwîst werbigire.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Gel. Mûrat Karayilan derbarê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, rewş û asta şer de wiha axivî:’’Îro şer û berxwedana ku li Zap, Avaşîn û Metînayê diqewime, hem di dîroka Kurdistanê de hem jî di dîroka şerê cîhanê de cara yekem tê dîtin. Ev berxwedan li Herêmên Parastinê yên Medyayê, yanî li araziya ji Heftanînê heta Xakurkê weke şerekî dimeşe. Dewleta Tirk bi avakirina herêmeke tampon, di esasê xwe de dixwaze araziyên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîla jî li hemberî vê yekê berxwedaneke dîrokî raber dike. Lewma em dibêjin îro ev tiştên diqewimin, berxwedana ku tê raberkirin di dîroka gelê Kurd de cara yekeme û berê berxwedaneke bi vî rengî nehatiye raberkirin. Ev berxwedan ji aliyê dîroka mirovahiyê ve jî, tiştekî nû îfade dike. Artêşeke mezin a xwedî çekên bi teknolojiya pêşketî û modern, hatiye rawestandin û li dijî wê berxwedan tê raberkirin. 

Em nikarin şer nîşanî cîhanê bidin

Karayilan di dewama axaftina xwe de îşaret bi lewaziya nîşandana şer a li cîhanê kir û wiha got:’’Belê, em niha nikarin vê berxwedanê nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin. Hetta em nîşanî hemû Kurdistanê jî nadin. Belê, dibe hewldaneke çapemeniya azad heye; em rêz ji ked û hewldana wan re digirin. Hewldanên pir girîng raber dikin. Lê mixabin me nekariye vê berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re bikin mal. Du aliyên vê hene. Ji vane ya yekem; doktrîna şer a tê meşandin, çawa 3 sal in dewam dike û artêşa mezin a 2’yemîn a NATO’yê asteng dike -ku ev aliyê wê yê herî balkêş e-. Ya duyem jî li vir çekên qedexe tên bikaranîn. Çekên kîmyewî, çekên taktîk nukleer û her cure çek li vir tên bikaranîn. Binêrin; niha ji ber ku wext nîne ez bi berfirehî nikarim ji we re bixwînim, lê dema bi rojane tekmîlên van qadan tên şopandin ev rastî bi rengekî vekirî xuya dibe. Mesele li Girê Şehîd Mûnzûr di nava heman rojê de, herî kêm 9-10 caran bi şêwazek cuda êrîş tê kirin. Yanî bi rengekî daîmî bombebaran heye. 

Divê gelê me berxwedanê hîs bike!

Mûrat Karayilan di dewama nirxandina xwe de bang li tevahî gelê Kurd û bi taybetî yên li Ewrûpayê jî kir û wiha got:’’Gelo niha gelê me yê li Kurdistanê yan jî Ewropayê hîs dikin ku li Girê Şehîd Mûnzûr qasî 24 saetan bi daîmî şer heye? Na. Gelê me dibêje, ‘heval li ber xwe didin’, lê çawa li ber xwe didin! Hetta hin hevalên me dibêjin, “dijmin hîn destpê nekiriye, li dijî Metîna amadekarî dike”. Lê halbûkî şerê herî mezin li eyaletên Rojhilatê Zapê û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dewam dike. Kî/ê dikare li hemberî wê kîmyasalê, wê bombebaranê, wê doz-dûmanê qasî 3 salan bê navber şev-roj vî şerî bidomîne! Ev di cîhanê de tiştekî nû ye.Li vê noqteyê pirsgirêka me ya dayîna fêmkirinê, heye. Em bi xwe jî nikarin xwe baş îfade bikin. Li vir tişta herî girîng ev e: Em rû bi rûyê dijmineke komploger û durû ne. Tevî ku ewqas xwedî derfetê madî ye, ewqas çek, leşker, sîxur, alîgir û dîsa pê re çeteyên Kurd hene, bi tirsonekî çekên qedexekirî li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tînin. Bi taybetî jî di hefteya dawî de dijmin her roj li Girê Şehîd Mûnzûr (Girê FM) çekên qedexekirî û gazên kîmyewî bi kar tîne. Dem bi dem teqînên pir mezin û jehrê belav dikin, pêk tînin. Evane jî mîna taktîk nukleer e. Hevalên me li dijî vê yekê li ber xwe didin. Mesele di tunelên li Gundê Sîdayê de, heval bi tena serê xwe şer dikin û dîrokek nivîsandine. Aqûbeta wan hevalan çi dibe bila bibe, wan cesaret û wêrekiya xwe îspat kirine.  Di esasê de dijmin dixwaze hewldanên xwe yên dagirkeriyê hîn berfirehtir bike. Dibe ku pêş de êrîşên xwe yên li ser Metîna hê zêdetir bikin. Her wiha guman hene ku êrîşa dagirkeriyê ya li dijî girê Baharê pêş bixin. Dibe ku li xeta Xakurkê-Xinêre jî êrîşa dagirkeriyê pêş bixin. Ev îhtîmal hene. Em di wê baweriyê de ne ku dijmin çi li Metîna, çi li Girê Bahar an jî Xinerê wê bersiva pêwîst bigire û berxwedana li wir wê berxwedana giştî temam bike û xurt bike. Bi vî rengî xitimandina ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijî wê gelekî kûrtir bibe û berxwedan wê derbasî qonaxeke gelekî nû, bilindtir û xurttir bibe.

Tu ji bo çi ji Çewligê tê vir!

Karayilan di dawiyê de behsa anîna cerdevanên ji Bakurê Kurdistanê jî kir û wiha got:’’Niha ji Çewlîk, Sêrt, Mêrdîn û Amedê cerdevan anîne. Wan li Metîna, Zap û Heftanînê bi cih dikin û dixin nava şer. Ji ber vê yekê li ser navê HPG’ê me ev bang kir. Bila neyên! Eşkere ye ku dijmin dixwaze şer veguherîne şerekî navbera Kurdan. Çi karê te heye ku ji Çewlîkê derketiye hatiye Metîna şer dikî? Tu ne cerdevanê gundî? Di warê qanûnî de divê tu gundê xwe biparêzî. Tu li vir li çi digerî? Niha ji Sêrtê hat û mir. Çawa mir? Didin eniya pêş. Leşker bi xwe nikare were, wan di pêş de dişîne. Jixwe Kurd e. Ev peyva sansûrkirî çi bû? Min gotibû, "Kurdek ji bo eferimekê dikare 7 qantar gû bixwe" Yanî, eger dijmin ji Kurdekî re bibêje, "Bravo, tu ewqas jêhatî yî, ewqas wêrek î, ewqas bihêz î" û destê xwe li pişta wî bide, dikare berê wî kesî bide her hedefê. Ev rastiyek e. Gotine 'Tu mirovekî ewqas jêhatî, wêrek î' û li pişta wî dane; ew jî ket pêş û bi ser hevalan de hat. Bi vî awayî mir. Hûn çima li dijî van fedaiyên ku ji bo gelê xwe ewqas fedekarî kirine şer dikin? Ma ne guneh e? Ma ev ne neheqiyeke mezin e? Hûn ji bo çi tên vir? Neyên. Tevlî şerê li Başûr nebin. Tevlî şerê li Rojava nebin. Ez bang li eşîr û malbatên cerdevanan dikim: Divê ti malbat, ti êl û eşîr destûrê nede ti cerdevanên xwe bên Başûr an jî derkevin çiyê û li dijî gerîla şer bikin, divê li dijî vê derkevin. Bi taybetî ez bang li gelê malê dikim. Ez bang li jinên cerdevan, jinên Kurd dikim: Jin mîna mêran nehatine qirêjkirin. Divê jinên li malê dimînin li dijî vê yekê derkevin. Divê kur û keçên wan li dijî derkevin. Divê bêjin:"Em jiyaneke li ser xwîna lehengan ava bibe qebûl nakin. Em pereyên ku li ser xwîna lehengan hatiye bidestxistin naxwazin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.