Berxwedanê çarenûsa gel guhert

Pêncşem 16 Çile 2025 - 03:30

Ji fermandarên QSD'ê yên li berxwedana dîrokî ya li Bendava Tişrînê Mordem Kobanê ji şervanên li eniya berxwedanê re got:"Berxwedanê çarenûsa gelê me guhert. Ji îro û pê ve em ê serketineke mezin bi dest bixin." Di eniyên pêş de berxwedaniyeke mezin tê meşandin. Ev demeke dirêj e, di çeperên li gundewarên başûrrojhilatê Minbicê de berxwedaniya bêhempa tê meşandin. Fermandarê QSD’ê têkildarî destpêka êrîşên dagirkeriyê  wiha axivî:’’Bi pêvajoya hilweşîna rejîma Esad re me geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopand. Ji lew re dihat payîn ku guhertin li herêmê çêbibin. Lê belê ew guhertinên ku mijara gotinê bûn, bêguman li ser gelên me û herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xeteriyan jî bi xwe re diafirand. Li gor  geşedanên çêdibûn, di çarçoveya pêwîstiyan de yekser, di vê pêvajoyê de li dijî xeteriyên heyî, em jî ketin nav tevgerê. Li ser vî esasî em wek hêzên QSD-YPJ’ê ango tevahî hêzên leşkerî, me xwe ji her aliyan ve ji bo tevahî qad û deveran amade kiribû. Weke destpêkê em derbasî herêma Dêr Hafir bûn. Piştre êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Minbic, Tişrîn, Qereqozaxê pêk hatin. Di çarçoveya pêwîstiyan de bi armanca têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, wek kom me xwe kir du beş. Beşek ji komê (me jî cihê xwe digirt) wek teqwiye me xwe gihand Bendava Tişrîn û Qereqozaxê.” 

Em xwedî biryardariyê ne

Fermandar Mordem Kobanê rojên destpêkê ya berxwedaniya li Bendava Tîşrînê bi van gotinan ve nirxand û diyar kir ku ew ê nehêlin ku çeteyên dagirker pêşve werin û wiha domand:’’Hatina me ya li Bendava Tişrînê, êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker êrîşên bejahî yên çeteyên dagirker ji pêkve qewimîn. Yekser me hewl da ji aliyekê ve bicîhbûna xwe temam bikin û ji aliyekê ve jî bersivê bidin êrîşên çeteyên dagirker. Mesafeyên di navbera me û çeteyên dagirker de gelek kêm û nêzî hev bûn. Lewma pêvçûnên dijwar û ji bejahî ve singesing kêliyên dirêj me bi wan re şer kir. Tevahiya hevalên me bi çek û canê xwe ve bûn sîper û bersiv dan çeteyan û di encamê de me êrîşên wan şikandin. Hê di roja destpêkê de me digot em rê nadin çeteyan. Em xwedî vê biryardariyê bûn.”

ANF/SERDAR SEMSÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.