Berxwedana Tişrînê dewam dike

Sêşem 18 Adar 2025 - 03:00

Şêniyên bajarê Til Hemîsê ku beşdarî çalakiya li bendava Tişrînê bûn, ji ber çûyîna bendava Tişrînê serbilindî û kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Tevî êrişên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser çalakvanên li bendavê jî, ev yek vîna me ya ji bo berxwedanê lawaz nake."

Ji dema hilweşandina rejîma Baas a Sûriyeyê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û binesazî û sivîlan dikin hedef. Bendava Tişrînê mezintirîn û girîngtirîn bendavên Sûriyeyê ye rastî êrişan tê. Li hember van êrişan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmên xwe seferber bûn û ji 8’ê Çileyê ve bendava Tişrînê kirin xala sereke ya berxwedanê.

Şêniyên bajarê Tel Hemîsê yê kantona Cizîrê ku beşdarî çalakiyên li bendavê bûn, destnîşan kirin ku bi van êrişan dê îradeya wan a berxwedanê zêdetir bibe. Şêniyê bi navê Farûq El Mihemed ji ber çûyîna bendava Tişrînê serbilindî û kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Tevî êrişên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser çalakvanên li bendavê jî, ev yek vîna me ya ji bo berxwedanê lawaz nake. Berovajî vê yekê îrade, hêz û vîna me ya berxwedanê zêde kir. "

Şêniya bi navê Hozîn El Ebdela êrişên dewleta Tir a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û bi taybet li ser bendava Tişrînê şermezar kirin û got: "Êrişên dewleta Tirk ên ku hemû qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin, hêz û biryara me xurtir dike ku em li ber xwe bidin û li dijî êrişên li kêleka hêzên xwe Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) rawestin. "

Şêniyê bi navê Ebduselam El Casim jî wiha got: "Berxwedana li bendava Tişrînê, berxwedana hemû pêkhateyên herêmê ye, nîşaneya rast a Şer Gel ê Şoerşgerî ye û nîşan dide ku serkeftin nêzîk e. "

Her wiha El Casim bang li hemû şêniyên herêmê kir ku berxwedana xwe ya li bendava Tişrînê bidomînin û mafê xwe yê rewa yê parastina xaka xwe bi cih bînin.

Bendava Tişrînê ji 8’ê Kanûna 2024’an ve bi balafirên şer, balafirên bê mirov, top, moşek û topên hawanê, rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê û ziyaneke mezin li bendavê bûye.

ANHA/QAMIŞLO/MACID EL HEMÛD 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.