Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê, di roja 44’an de dewam dike. Endama Meclîsa Jinan Nazê Seydo got, heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe yên rewa bernedin.

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, ji bo ku pişta Asayîşa Êzîdxanê bigirin, li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakî ev 44 roj bi dirûşma “Em hemû asayîş in” dewam dike, bi beşdariya meclîs û saziyên Şengalê dewam dike.
Xelkê Şengalê kom bi kom diçe serdana konê berxwedanê û pişgiriya xwe dide çalakiyê.

Endama Meclîsa Jinan Nazê Seydo li ser berxwdanê got; “Li dijî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera hikûmeta Iraq û Hewêrê de ya li ser Şengalê, em li ber xwe didin. Heta Iraq bersiveke erênî nede, em ê dev ji çalakiyên xwe yên rewa bernedin.”

ŞENGAL