Berxwedana Mexmûrê didome
Çarşem 21 Gulan 2025 - 02:45
Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ber nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê di roja 7’an de dewam dike.
Ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, her wiha girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê, 7 roj in ber derê nuqteya kontrola ya hêzên Iraqê di çalakiyê de ne.
NAVENDA NÛÇEYAN