Berxwedana Mexmûrê dewam dike
Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:00
Çalakiya xelkê Mexmûrê ya li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ber nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê di roja 5’an de dewam dike.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, her wiha girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê, 6 rojin ber derê nuqteya kontrola ya hêzên Iraqê di çalakiyê dene.
Rayedarên Iraqê ragihandibûn ku wê di 15’ê mehê de endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin, lê rayedaran sozên xwe bici ne anîn. Di vê çarçoveyê de ji ber ku endamên şandeyê nehatin berdan, ambargo û rêgirî dewam dike, li ber nuqteya artêşa Iraqê kon hatiye vedan.
Çalakiya xelkê Mexmûrê îro jî di roja xwe ya 6’an de, bi biryardariyek xurt dewam dike.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.
MEXMÛR/ROJNEWS