- Hevserokê Saziya Xaziyên Şer li herêma Firatê, Mamoste Kobanê û yek ji rêveberên saziyê Mihemed Xêr daxuyanî li ser navê xaziyên şer da.
Saziya Xaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kirin û wan bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir da ku dawî li van sûcan bînin. Xelkê Til Berakê jî dagirkerî bi meşekê rûreş kir. Li Şehbayê bi rasthatina salvegera dagirkeriyê, dikanan hemûyan deriyê xwe dadayî hişt.
Hevserokê Saziya Xaziyên Şer li herêma Firatê, Mamoste Kobanê û yek ji rêveberên saziyê Mihemed Xêr daxuyanî li ser navê xaziyên şer da. Wan got, "Li ser navê gel û birîndarên şer ên li herêma Firatê, em dagirkirina Efrînê û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî û NY´yê dikin da ku dawî li van sûc û binpêkirinên dewleta faşîst bînin, ji bo ku aştî û aramî li bajarên Sûriyê û bi taybetî li Efrînê pêk were, ji bo koçber vegerin warên xwe.
Em bang li wan dikin da ku hêz û rêveberiyên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî kongreyên navneteweyî bikin da ku Sûriyeke demokratîk û nenavendî ava bibe. Berxwedana gelê Efrînê û Hêzên Rizgariya Efrînê wê heta rizgarkirina Efrînê û têkbirina dagirkeriyê ji hemû bajaran bidome."
Heta rizgarkirinê têkoşîn
Xelkê Til Berakê bi xwepêşandanekê dagirkirina Efrînê û sûcên li wir şermezar kirin û wan bal bire ser girîngiriya rizgarkirina Efrînê. Xelkê Til Berakê ya ser bi Qamişloyê, doh ji ber çerxerêya Firnê meşeke rûreşkirinê li dar xist.
Xwepêşandêr li çarxerêya şehîdan sekinîn, û piştre yek ji endamên rêveber a Meclîsa navçeya Til Berakê, Elî El-Ehmed hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û fedekariya gelê Efrînê anî ziman, her wiha bal bire ser dewama têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê û herêmên din û derxistina dewleta Tirk a dagirker ji wan herêman.
Li Şehbayê şîn hebû
Ji ber salvegera dagirkirina Efrînê, Efrîniyên li Şehbayê, derî û derebayên dikanên xwe venekirin. Gava ku nûçeya me dihat amdekirin jî xelkê xwe amade dikir ku bi meşeke mezin dagirkeriyê rûreş bikin.
ŞEHBA/QAMIŞLO