Berxwedana hevpar a gelan
Şemî 1 Sibat 2025 - 03:15
Şerê li Bendava Tişrînê û herêma Qereqozaxê ji bo paşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e. Dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin vê herêmê bi dest bixin û piştre tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin. Li pişt van êrîşan ew armanc heye ku jiyana gelê herêmê ji holê bê rakirin, bingeha neteweya demokratîk bê tinekirin, jiyana hevpar a gelan û yekîtiya çandî bi dawî bibe, azadiya jinê ji holê bê rakirin. Ev rewş li ser gelê herêmê gefeke mezin e. Li hemberî vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dora Bendava Tişrînê di nobedê de ye û xaka xwe diparêze. Mirovên ji Şehbayê koç kirine, koçberên ji Kobanê, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Serêkaniyê û Şedadê û gelê herêmê hemû li hemberî van êrîşan berxwedaneke hevpar dimeşînin. Di vê demê de şervanên ji hemû eniyên herêmê hatin, bi ruhekî bûn yek û li dijî hêzên dagirker têdikoşin.
Nîşaneya rihê netewa demokratîk
Yek ji şervanên li Bendava Tişrînê li ber xwe dide Agirî Til Temir e ku endamê meclîsa leşkerî ya bajarokê Til Temirê ye. Agirî şervanekî Ereb e, balê dikişîne ser girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê:"Em niha li Bendava Tişrînê ne, ji ber ku divê em herêmên xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin. Ji bo vê carê weke Efrîn û Serêkaniyê nekeve, xaka me neyê dagirkirin. Em ji dijminê xwe re dibêjin, em ê Bendava Tişrînê neterikînin. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Li vê derê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen bi hev re li ber xwe didin, têkoşîneke hevpar dimeşînin. Em ji bo xwişk û biratî, ji bo yekîtiya gelan şer dikin." Şervanê QSD'ê Agirî Til Temir ku 12 sal in di nava hêzên parastinê de ye, tîne ziman ku ev yek berxwedan û şerê destpêkê nîne û dibêje:"Di berxwedanên Serdemê û Rûmetê de, li Dêrazorê di operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de hebûm. Niha jî ji bo parastina gel û herêma me em li Bendava Tişrînê şer dikin. Ji her gundê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel tevlî vê berxwedanê bû û ev berxwedan nîşaneya ruhê neteweya demokratîk e. Her kesên ku tevlî berxwedanê bûne ji ber ked û têkoşîna wan em wan pîroz dikin."
ANF/NÛJÎN SERXWEBÛN