Berxwedana dîrokî ya Londonê

Şemî 30 Mijdar 2024 - 03:10

  • Li Londonê li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi hezaran Kurdistanî ber bi Navenda Civaka Kurd a li Haringey a ji aliyê polîsên Brîtanyayê ve hat dagirkirin meşiyan û gotin: Em ê heta dawiyê vê eniya xwe biparêzin.

Polîsên Brîtanyayê di 27’ê Mijdarê de bi awayekî hemwext, bi ser Navenda Civaka Kurd a Londonê û gelek malên welatparêzên Kurd de girtin û gelek aktivîstên Kurd binçav kirin. Li dijî vê Kurd û dostên wan çalakiyên xwe yê şermezarkirinê berdewam dikin. Lêpirsîna 7 Kurdên di operasyonê de hatin binçavkirin li midûriyeta polîsan berdewam dike. Hat ragihandin ku polîsên Brîtanî ji bo dirêjkirina dema ragirtina aktivîstên Kurd, serî li dadgehê dane. Hat zanîn ku 6 Kurdên ku rojek berê di çalakiyan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan, lê ketina wan a herêma Haringey hate qedexekirin. Dagirkeriya polîsan a li avahiya Navenda Civaka Kurd dewam dike. Pêşiya avahiya KCC'ê bi barîkatên hesin hatine girtin. Li ber barîkatê jî bi sedan polîs hatine bicih kirin. Her wiha hat zanîn ku lêgerîna tîmên têkoşîna li dijî terorê û wezîfedarên îstîxbaratê yên li avahiya KCC’ê didome.

Kurdistaniyan li kolana ku avahiya KCC’ê lê ye, kon vedan û komek çalakgerên greva birçîbûnê li ber barîkata polîsan çalakiya xwe dewam dikin.

Kurdan derabeyên xwe girtin

Di vê navberê de, ji bo protestokirina dagirkeriya polîsan a li hemberî Navenda Civaka Kurd, karsazên weke restorant, kafe û marketên li Haringey, bi saetan kepengên xwe girtin.

Di tevahiya rojê de bi sedan kes serdana konê çalakgerên greva birçîbûnê dikin û gelek caran di navbera polîs û gel de rageşî ji ber qelebalixê derdikeve. Piştgiriya komên enternasyonalîst a li pêşiya barîkata polîsan bi dirûşm û tîlîliyan didome. 

Bi hezaran kes hatin ba hev

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê (DGB), tevî Saziyên Kurd, Elewî, şoreşger, çep, sosyalîst û komeleyên herêmî bi hezaran kes li Stasyona Xeta Turnpike li hev civiyan. Xebatkarên Salona Bajêr a Haringey, komên enternasyonalîst û şêniyên Taxa Haringey jî tevlî çalakiyê bûn. Bi hezaran kesên ku li vir kom bûn gelek caran dirûşmên wekî "Destên xwe yên qirêj li ser KCC'ê rakin", "Jiyana Kurdan bi rûmet e ", "Şerm bikin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Ji ciwan heta kal û pîran, ji karsazan heta karkeran, pankart û dovîzên ku krîmînalîzekirina Kurdan protesto dikin, hatin vekirin.

Bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin

Di çalakiya li vir de li ser navê DGB'ê Yusuf Açil axivî û got:"Ev serdegirtin ji bo dewleta zordar, milîtarîst a Tirk destekeke vekirî ye. Ev encama lihevkirina ku bi wan re hatiye kirin e.” Açil, destnîşan kir ku bendewariya Kurdan ji tu kesî nîne û got: "Brîtanya ku destekê dide vê dewleta Tirk a zordar, divê zanibe ku ew ne qadirê her tiştî ne. Çawa ku ev hêzên paşverû duh li Vîetnamê têk çûn, wê îro jî li Kurdistanê têk biçin. Yên mafdar wê bi ser bikevin. Ev têkoşîna azadiyê ye.” Açil, da xuyakirin ku ti hêz û mafê kesî yê krîmînalîzekirina gelê Kurd nîne û destnîşan kir ku operasyona ji aliyê DGB'ê ve tê meşandin ne tenê li hemberî civaka Kurd li hemberî hemû saziyan zilmek e mezin e.

Barîkat hilweşandin

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Brîtanya (BAF) Dîlek Încedal jî wiha got:"KCC’ê xizmet ji hezaran kesî re kir. Em hevrêyên xwe yên hatine girtin, ji nêz ve nas dikin. Divê di zûtirîn demê de serbest werin berdan. Qaşo navenda demokrasiyê ye, welatparêz, pêşverû û şoreşger bi rojan e rastî tundiyê tên. Em vê yekê jî şermezar dikin."

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Îshak Mîlanî, diyar kir ku dewleta Brîtanyayê li ser daxwaza dewleta Tirk êrîşî gelê Kurd dike û got:"Em salvegera 47’emîn a têkoşîna azadiyê ya Kurd bi coş pêşwazî dikin. Divê bê zanîn ev operasyon wê gavê bi vî gelî paşve nede avêtin." Piştî axaftinan, bi hezaran kes bi kortejê ber bi avahiya Haringey KCC’ê ya ku dagirkeriya polîsan lê dewam dike meşiyan. Girseya ku gelek caran dirûşmên şermezarkirina operasyonê berz kirin, konvoyeke dirêj ava kirin. Di meşê de girse li çepikan xistin û dirûşmên mîna "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Jin jiyan azadî",  "Bê Serok jiyan nabe", "Terorîst dewleta Tirk", "Polîsên faşîst", "Destên xwe yên qirêj ji ser Kurdan bikişînin" berz kirin. Girse nerazîbûn nîşanî barîkatan dan û barîkatan bi berzkirina dirûşmeyan hilweşandin û gotin ‘Ev der mala me ye.” Piştî vê yekê polîsan êrîşî girseyê kirin. Li ser vê rageşiyê bi sedan polîs weke teqwiye anîn kolanê. Di rageşiyê de ciwanê Kurd ê bi navê Abdulkadîr hat binçavkirin. Greva birçîbûnê ya ji aliyê komek Kurdistaniyan ve li kolana ku avahiya KCC’ê lê ye destpê kir, dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê tevî sermayê jî bi awayekî xurt tê ziyaretkirin.

ANF/HÎKMET ERDEN/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.