• "Bi pêşengiya ciwanên Apoyî, em ê şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixin û şoreşa çandî misoger bikin" 

Bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanên Apoyî, em ê şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixin û şoreşa çandî misoger bikin" doh Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Efrînê duyemîn konferansa xwe li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist.         

Xebatên konferansa duyemîn bi amadebûna 400 xwendekarên keç ên kantona Efrînê, rêveber û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di konferansê de destnîşan kir ku serketineke mezin e ku bi sedan xwendekar û ciwan di demên dîrokî de civiyane û destketiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ber bi serketineke mayînde ve dibin.

Çiya Kurd got, sala 2021’ê bû sala avakirina serketineke mezin û wiha axivî: "Me karî pîlanên dijminên herêmê têk bibin û berxwedan û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ciwanên şoreşger û têkoşîna wan li hemberî hemû pîlanên qirêj sekinî."

Dema nûçeya me dihat amadekirin konferansê dewam dikir. 

ANHA/ŞEHBA