Berxwedan wê rejîma qeyûm bişkîne
Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:21
Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak destnîşan kir qeyûmgerî encama polîtîkaya antî-Kurd a AKP-MHP’ê ye, heke neyê şikandin wê sînorên qeyûmgeriyê berfireh bikin û got Kurd wê bi berxwedana xwe dawî li vê pergala qeyûmgeriyê bînin.
Li dijî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û desteserkirina şaredariyê, berxwedana gelê Kurd dewam dike.
Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak anî ziman, desthilatdarî tişta ku di hilbijartinê de nekarî bi dest bixe hewl dide bi darbeya siyasî bi dest bixe û got, gel wê vê hewldana darbeyê bi berxwedanê têk bibe.
Rejîma qeyûm antî-Kurd e
Parlak diyar kir rejîma darbeyê ya ku desthilatdariya AKP-MHP li hemberî Kurdan dike gihîştiye asteke nû û got, "Bingeha Tifaqa Cûmhûr dijberiya li Kurdan e. Armanca hevpar a AKP û MHP'ê tinekirina hebûna siyasî û nûnerên Kurdan e. Li gel zext û tundiya 9 salan nekarî îradeya gelê Kurd bişikîne, lewma jî ji nû ve dest bi rejîma qeyûm kir."
Bila neyên lîstika AKP-MHP’ê
Parlak ragihand ku partiya wan her tim alîgirê demokrasiyê ye û got, "Lê belê pêvajoyên normalbûyîn û nermbûyînê yên li Tirkiyeyê ji meseleya Kurd cuda nikare pêk were. Bi tayînkirina qeyûm re me dît ku ev desthilatdariya siyasî qala pêvajoyeke li derveyî îradeya siyasî ya Kurdan dike. Bi kurtasî AKP ji CHP'ê re dibêje 'Werin em bi hev re li Kurdan bixin'. CHP jî di nav de hemû aktorên muxalefetê divê vê baş zanibin: Heta ku di meseleya Kurd de çareseriyeke demokratîk pêk neyê li Tirkiyeyê demokrasiyeke rasteqîn jî ava nabe. Salê ku bi faşîzma AKP-MHP'ê derbas bûne divê ev yek nîşanî wan jî dabe. Aktorên ku ji xwe re dibêjin demokrat in, em hêvî dikin ku nebin parçeyek ji lîstika AKP'ê."
Kurd bi berxwedanê bi ser ketine
Parlak destnîşan kir bi berxwedana partî û gel wê pêşî li rejîma qeyûm bê girtin ku li bajarên din jî belav nebe û got, "Gelê Kurd sed sal in ev yek baş fêhm kir: Heta ku bi berxwedanê em mafên xwe bi dest nexin, aqlê dewletê ne tenê li şaredariyên me wê li malên me jî qeyûman bi cih bike, wê li me qedexe bike ku li mala xwe jî bi Kurdî biaxivin. Kurd neteweyeke welê ye ku mafên xwe hemû bi berxwedanê bi dest xistiye. Lewma faşîzma AKP-MHP'ê wê bixwaze ku rejîma qeyûm ji aliyê cografî ve berfireh bike, lê belê bi dîtina min berxwedana gelê me wê li pêşiya vê yekê bibe asteng."
ANF/COLEMÊRG