• Kinê Xidir: PDK di fermana 73’an de bi çeteyên hov re bû yek û DAIŞ şand bi ser Şengalê de. Fermanek ku li dinê ti carî nehate dîtin, kirin. Divê civaka Êzîdî dev ji berxwedana xwe bernede

LEYLA LORÎN/YASER ELYAS
RPOJNEWS/ŞENGAL

Endama Meclîsa Gel a Serdeştê, Kinê Xidir  got, bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan, civaka Êzîdî bûye xwedî îrade û hêz. Kinê Xidir got, "Barzanî bi DAIŞ’ê re bû yek û bi ser Şengalê de ferman anî. Niha jî gefan li Şengalê dixwe." Kinê bang li Êzîdiyan kir da ku dev ji berxwedanê bernedin.
Nerazîbûnên li dijî gefên serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li dijî Şengalê zêde dibin. Endama Meclîsa Gel a Serdeştê Kinê Xidir bersiv da gefên Barzanî.
Kinê Xidir destpêkê behsa fikir û ramanên Ocalan ji bo civaka Êzîdî kir : “Ti kesî weke Rêber Apo qîmet nedaye me Êzîdiyan, û nexasim jinên Êzîdî. Rêber Apo em ji karesateke mezin derxistin. Bi saya fikrê Rêber Apo êdî kes wê nikaribe jinên Êzîdî di sûka bazirganên mêrê desthilat de bifiroşe. Rêber Apo ji bo me got, bibin xwedî îrade da ku xelk jî hesabê we bike. Em bi saya fikrên Rêber Apo û şervanên Êzîdxanê, bûn xwedî hêz û îrade.”
Kinê Xidir di dewamê de behsa gefên serokwezîrê hikûmeta PDK'ê li Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got, “PDK di fermana 73’an de bi çeteyên hov re bû yek û DAIŞ şand bi ser Şengalê de. Fermanek ku li dinê ti carî nehate dîtin, kirin. Niha jî kurê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî dest dirêjî şengalê dike û dikeve nav pîlanên qirkirinê yên Tirkiyê. Ji bo me ferqa Mesrûr Barzanî û Erdogan nîne. Ji bo berjewendiyên xwe û malbata xwe rojane bi destê Erdogan digirin. Di dîroka wan de ti rûpelekî paqij nehatiye dîtin. Tenê bi navê Kurdîtiyê xwe difiroşin û malbata xwe dewlemend dikin. Divê civaka Êzîdî dev ji berxwedana xwe bernede.”

 

Nobeta ji bo Asayîşa Êzîdxanê dewam dike

Çalakiya xelkê Şengalê ya ji bo destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê dewam dike.

Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê, di roja xwe ya 15’an de dewam dike. Welatiyên Şengalê di çerçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li dijî Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzîdxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane û nobetê digirin.

Çalakî bi dirûşma “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin. Çalakiyê doh di roja 14'an de dewam kir û îro jî di roja 15'an de ye. Welatî bê navber diçin serdana konê çalakiyê.