Berxwedan mîna îbadetê ye

Duşem 11 Adar 2024 - 00:44

  • KCK: Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe di meha Remezanê de hîn mezin bike. Ji ber ku ji bo Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne, berxwedan mîna îbadetê ye.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji ber destpêkirina meha Remezanê daxuyaniyek weşand û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir. Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Gelê me yê Bakur di pêvajoyeke girîng a têkoşînê de dest bi meha Remezanê dike ku pêvajo berpirsyarî û wezîfeyên girîng dide wan. Bi taybetî em dixwazin pêvajoya hilbijartinê li bîra gelê xwe yê Bakur bixin ku ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê dikare bi roleke girîng rabe. Em li bendê ne ku hûn li ber Îslama ku paşverûtiyê li civakê ferz dike û di çarçoveya berjewendiyên siyasî yên desthilatdariyê rol dilîze rabin, ji bo derdorên ku cewhera demokratîk a Îslamê bi pêş ve dibe, xwedî lê derdikeve, alîgirê demokrasî û azadiyê ye, bixebitin. Mîna her Misilmanekî xwedî exlaq û wijdan, em di wê baweriyê de ne ku alim û seydayên Kurd wê li dijî wan kesan ku pirtûka pîroz û navê Îslamê ji bo nixumandina nebaşiyên xwe bi kar tînin, pîrozmendiyên Misilmanan ji bo xapandin û qetilkirina Misilmanan bi kar tînin, têkoşîneke hîn xurt bimeşînin. 

Xwe nêzî sifreya qirkeran nekin

KCK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi hêzên kontra yên weke Hudaparê kir û wiha got:’’Beriya her tiştî em li bendê ne ku li hemberî yên ku têkiliya xwe bi dewlet a mêtinger re heye, li hemberî hêzên kontra yên mîna Huda Parê ku bi bikaranîna zimanê Kurdî ji Kurdan re xîtab dike, hişyar bin û li hemberî van hêzan têbikoşin. Li gorî baweriya me ya Misilmantiyê hêzên mîna AKP-MHP-Huda Par ên dijminê gelan e, her tiştên ku di bin navê xêrê de dixwazin li Kurdistanê di meha Remezanê de belav bikin heram e û bi vê têgihiştinê divê nêzîkatî li hemberî wan bê nîşandan. Ji ber vê yekê helwesta rast a Îslamî ew e ku Misilman xwe nêzî sifreya wan nekin, tiştên ew belav bikin wernegirin. Fitre û zekatên ji saziyên hevkarên mêtingeriya Tirk re bêne dayin li gorî Îslamê xêreke xwe nîne. Ji ber ku her alîkariya ji van saziyan re bê dayin wê weke amûreke qirkirinê bi rengê çekê li dijî gelê Kurd bêne bikaranîn. Bi wesîleya vê meha Remezanê em bang li gelê xwe yê Misilman ê li Bakur û derveyî welat dikin, ku neçin mizgeftên diyaneta Tirk. Li mizgeftên diyaneta Tirk ji bilî înkar, derew, îftira, fitne, fesadî û komkujiyên li dijî gelê Kurd, ji bilî durûtiyê tiştek nîne. 

Li Kurdistanê berxwedanê xurt bikin

KCK’ê di dewama daxuyaniyê de behsa êrişên li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:’’Xelkê me yê Başûr di bin êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger de dest bi vê meha Remezanê kir. Dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji nirxên madî û keda gelê me yê Başûr, bi rêya hevkarên xwe ji bo dagirkirina Başûr û gelê me yê li parçeyên din êrişan dike. Li dijî vê êrişkariya mêtingeriyê welatparêzî, ol, îman, exlaq û wicdan ji her demê bêhtir sekneke xurt û bi rêxistinî ferz dikin. Xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi berxwedana jinê ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku du sal in dewam dike, meha Remezanê ya îsal pêşwazî dike. Di vê demê de ku ji ber zextên rejîmê pêvajoyeke xurt a têkoşînê heye, em hêvî dikin ku hestên yekîtî û hevgirtinê hîn xurt bikin û berxwedana xwe dewam bikin. Gelên me yên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di bin gef û êrişên dewleta Tirk a faşîst qirker de dest bi meha Remezanê ya îsal dikin. Em li bendê ne ku gelên me yên li herêmê li gorî salên derbasbûyî bi têkoşîneke hîn xurtir, bicihanîna peymana civakî, li ser bingeha xweparastinê bi rêxistiniyeke xurt meha Remezanê ya îsal pêşwazî bikin. Di serî de Misilmanên Kurdistanî yên ku di vê meha Remezanê de dest ji başî û rastiyê bernadin û rojiyê digirin, em ji hemû Misilmanan hêvî dikin ku berê xwe bidin avakirina xwişk û biratiya gel û baweriyan, yekîtiya gelan xurt bikin, bikin wesîleya zêdekirina piştevaniyê."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.