Berxwedan jiyane xiyanet mirine

Şemî 23 Îlon 2023 - 00:10

Piştî careke din destpêkirina êrişên li dijî pêşengên Êzîdî û hevkariya PDK’ê ya bi awayeke eşkere bi dijminê Kurdan dewleta Tirk re, Yekîtiya Ciwanên Êzîdî dest bi pêngavek li dijî sîxûrkirina ciwanên Êzidî ji aliyê MÎT û PDK’ê ve kirin. 

Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî  Silêman Miço Neso û Tamir Silo Miço derbarê armanca destpêkirina pêngaveke nû li dijî xiyanetê axivîn.

Dixwazin Êzdayetiyê tine bikin

Endamê YCÊ Silêman Miço Neso diyar kir ku MÎT û binemalaya Barzanî di nava hewldanan de ne, ji bo Êzdayetiyê tune bikin û got: “Divê dijminê me baş bizane em ciwanên Êzîdî êdî ne ciwanên berê ne û em rê nadin carek din PDK vegere Şengalê.”

Silêman Miço behsa zêdebûna êrişan ya li her devera Kurdistan û Şengalê kir û got: “Dixwazin pêşengên me ji holê rakin û bi taybet jî pêşengên civaka Êzîdî. Weke ciwan emê dijminê niha di nava me de heyî, tune bikin, ew jî PDK ye.”

Em ê sîxuran di nav xwe de nehêlin

Silêman Miço Neso îşaret bi pêngava li dijî sîxurkirina ciwanên Êzîdî kir û got: “Hêvî û daxwaza me ji hemû malbatên me yên hêja heye, em bihevre ew destê ku sîxurtiyê di nava me de pêşdixin, tune bikin. Me jî li ser vê esasê dest bi pêngavekî kir da ku civaka me hîn zêdetir zana bibe û şareza bibe, da ku karibin zarokên xwe ji metirsiya sîxurtiyê rizgar bikin.”

Nebin dijminê koka xwe

Endamekî din yê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Tamir Silo Miço jî di axaftina xwe de diyar kir ku hinek ciwanên Êzidî bi çend qirûşên Barzaniyan dixapin û dibin dijminê koka xwe û got: “Li vir banga me ji bo civaka me bila şiyar bin. Em dizanin bi sedan sale dewleta Tirk dijminê me ye ku her roj fermandarekî me û pêşengekî me hedef digire. Banga min li hemû ciwanên Êzîdxanê jî heye bila bi çend qurûş pereyên Barzaniyan neyên xapandin, nebin dijminê kok û dîroka xwe.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.