Berxwedan heta serkeftinê ye

Çarşem 26 Sibat 2025 - 03:25

Di 6`ê Sibatê ve karwanê çaremîn ê ji Kobanê bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû, lê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişeke hovane hat û di encamê de 24 şênî birîndar bûn.

Yek ji birîndaran Hecî Şahîn Qulawazî (44) der barê birîndariya xwe de got:“Em çawa ku gihaştin bendavê, dewleta Tirk bi hovîtiya xwe bi balafirên şer êrişî me kir. Ez ji zikê xwe bi giranî birîndar bûm.” Şahîn Qulewazî diyar kir ku wan çawa di 2014’an de çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk birine, ew ê careke din dewleta Tirk jî têk bibin û got:“Dewleta Tirk a dagirker tu carî nikare bi van êrişan vîna me lewaz bike. Yan em ê bi rûmet bijîn an jî bimirin. Me soz daye şehîdên xwe, em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta kêliya dawiyê.” Hecî Şahîn Qulewazî destnîşan kir ku ew amade ne têkoşîna xwe dewam bikin, tevî birîndariya xwe jî heke were xwestin, ew ê vegere bendava Tişrînê û bendavê ji êrişên dagirkeriyê biparêze.

Bendava Tişrînê rûmeta me ye

Kelîme Şewket (42) anî ziman ku wan ji bo parastinê berê xwe daye Bendava Tişrînê û got:“Em wek gelê herêmê ji bo parastina av û axa xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, me berê xwe da Bendavê. Bendava Tişrînê rûmeta me ye, em ê her tim rûmeta xwe biparêzin. Dewleta Tirk dixwaze tirsê bixe dilê me, lê dilê me qewîn e, em tu carî ji êrişên dagirkeriyê natirsin. Dema ku ez birîndar bûm min bi êşa birîna xwe hîs nekir, ji ber ku ez xwedî hêz û moral bûm. Tu carî morala min neşikest. Tevî birîndariya min jî ger were xwestin ez ê careke din biçim bendavê.”

Li dijî êrişan govenda azadiyê

Fatme Xelîl (39) jî bal kişand ser berxwedana li bendavê û got: “Dema ku gel govend digerand, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin. Ez ji zik, dest û lingê xwe birîndar bûm, lê tu carî ez bi êşa birîndariya xwe nehesiyam, ji ber ku divê tu carî berxwedana me raneweste.” Fatme Xelîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê her tim Bendava Tişrînê biparêzin û piştgiriya şervanên xwe bikin.

ANHA/SARIYA ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.