Li Hepsên Rihayê, 9 girtî bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bûn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK'ê, bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de, dan destpêkirin di roja 23’yan de dewam dike.

Doh hat ragihandin ku li hepsên Rihayê, 9 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya koma 5’an dewr girtiye. Ji van 9 girtiyan greva birçîbûnê 3 jê li Hepsa Tîpa Hejmara 1 a Rihayê, 4 jê li Hepsa Tîpa Hejmara 2 ya Rihayê û 2 girtiyên din jî li hepsa Tîpa T a Sîweregê dimînin.

Girtiyên li Hepsa Tîpa T a Hejmara 1 a Rihayê ketin greva birçîbûnê Mezlûm Dogan Taniş, Emîn Çelîktaş û Celal Keleş in.

Êriş birin ser HDP´ê

Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê ji bo ku balê bikişîne ser grêvên birçîbûnê yên li zindanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên bi daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan in, çalakiyek kir. Polêsên Tirk êriş birin ser çalakgeran û gelek kes kirin nezaretê.

Piştî daxuyaniyê polêsan pêşiya Operaya Sureyya ya li Kadikoyê û derdora wê dorpêç kir. Piştî ku çalakger hatin meydanê, polêsan daxuyanî asteng kir û gelek kes kirin nezaretê. Polêsên Tirk nehiştin ku nûçegihan biçin meydanê û hat zanîn ku polêsên Tirk derb li hevserokê berê yê HDP'ê Sezaî Temellî dane.

NAVENDA NÛÇEYAN