Berxwedan di roja 44’an de ye
Pêncşem 20 Sibat 2025 - 03:15
Karwanê gel yê ji şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê dewr girt. Berxwedan di roja 44’an de bi biryardarî dewam dike.
Dewleta Tirk li gel çeteyên xwe ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve ji hewayî û bejahî ve êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dike. Êrîşên dagirkeran li berxwedaneke xurt a şervanên YPJ û QSD’ê rû bi rû dibin. Gel jî li gel êrişan ji berxwedanê paşve gavê neavêje. Berxwedana gel di 8’ê Çileyê de destpê kiribû. Ji hingî ve 3 jê rojnamevan bi dehan sivîl hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN