Berxwedan dewam dike
În 30 Tîrmeh 2021 - 03:05
Çalakiya greva birçîbûnê ya li hepsên dewleta Tirk ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li hepsan hat destpêkirin, di roja 246’an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê a li Mexmûrê jî di roja 225’an de ye. Her wiha greva birçîbûnê a li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 208’an de ye. NAVENDA NÛÇEYAN