• Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê: Dorpêç bi xwesteka dewleta Tirk û PDK’ê bû û dixwestin bi destê Iraqê bidin kirin. Di encama li hevkirinê de hêzên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan û xelkê Mexmûrê jî dawî li çalakiyê anî. Ti hêz û êriş wê nekaribe vîna gelê Mexmûrê desteser bike.

Berxwedana miletê wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî hewldanên artêşa Iraqê têlkirina dora wargehê, bi lihevkirinê û serketina berxwedanê bi encam bû.  

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dida li dora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan lêbike. Ji roja destpêkê ve, xelkê Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiya û bi şev û roj li dijî hewldana dorgirtina li wargehê li ber xwe da.

Komîteya dîplomasî û Meclîsa Gel a Mexmûrê gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re kirin. Di encama van hevdîtinan de lihevkirinek çêbû û leşkerên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan û gelê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anî.

Dixwazin Mexmûrê belav bikin

Têkildarî mijarê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek day. Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan da û got, “Ev 16 roj in, gelê me li dijî dorpêça artêşa Iraqê li ber xwe dide. Ev hewildana dorpêçkirina wargehê ne niha ketiye rojeva me, ev du sal in di rojeva me de ye. Ji ber ku di sala 2021’ê de jî xwestin dora me têl bikin. Ev dorpêç bi zextên dewleta Tirk û hêzên herêmî yên weke Mala Barzanî pêk tên. Ev dorpêç parçeyekî konsepta dewleta Tirk e. Dewleta Tirk û PDK dixwazin wargeha Mexmûrê ji hev belav bikin. Ji ber wê jî zexteke zêde li Iraqê dikin. Me di hevdîtinên xwe de bi caran anî ziman ku bi xwestekên dewleta Tirk û PDK’ê tevnegerin û dorê li me negirin. Di 20’ê heyva bihurî de xwestin dora me têl bikin û xendekan bikolin, bi wesayîtên zirxî û bi çek dora wargehê girtin. Li ser vê yekê gelê me wek timî li ber xwe da.

Li Bexdayê hevdîtin çêbû

Me ji ber vê mijarê gelek hevdîtin pêk anîn û herî dawî hevdîtineke me li Bexdayê çêbû. Di encama hevdîtinan de, bi rêya diyalogan li hevkirinek çêbû. Iraqê hêzên xwe yên zêde ku hatibûn dora wargehê girtibûn, di paş ve birin û me jî dawî li çalakiyên xwe yên demokratîk ên weke çalakiya konvedanê anî. 

Bi xwesteka Tirkiyê û PDK’ê bû

Lê bila her kes bizane, kengî êrişek li ser wargehê çêbe û bixwazin vîna gelê Mexmûrê desteser bikin, wê li hember xwe têkoşîn û berxwedana gelê wargehê bibînin. Em dizanin ev dorpêçkirin xwesteka dewleta Tirk û PDK’ê ye û dixwestin bi destê Iraqê bidin pêkanîn. Ji roja destpêkê heta niha, me xwest bi diyalogê ev mijar çareser bibe û wisa jî çêbû.

Em wek gelê Mexmûrê spasiya tevahiya sazî, partî û kesên ku ji bo me rabûne ser piyan, dikin. Mexmûr mînaka berxwedanê ye û divê di her mijarê de Kurd yekitiya xwe çêkin.”

ROJNEWS/MEXMÛR