Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dabû destpêkirin di roja 252’yemîn de ye. Dayikên girtiyan doh li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Dayikan got, tavilê tecrîdê rakin!

Çalakiya girtiyan ji 14’ê Tîrmehê ve her 15 rojan careke bi awayekî bidorveger didome.

Koma 116’an

Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) doh ji aliyê koma 116’an ve hate dewrgirtin. Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 231’an de ye.

Çalakiya penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê di roja 214’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewrûpayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.

 NAVENDA NÛÇEYAN