Hevserokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî bal bire ser tehdeya li ser girtiyan, got li girtiyan bêrûmetiyê ferz dikin û ku vê qebûl nakin wan bi hêviya mirinê ve dihêlin. Ekîncî têkilî girtiyê nexweş Mehmen Emîn Çam got dibe ku dîsa krîz li dilê wî bide û ji bo vê serî li ATK’ê dane.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, di 24’ê gulanê de krîzê li dilê wî da. Çam, rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê û li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin. Li ser gurçika Çam kîst û li ser mejiyê wî jî ur heye. Her wiha zeravdanka Çam hatiye girtin û roj bi roj jî kerr dibe.
Dibe ku dîsa krîz li dilê wî bide
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê parêzer Mehmet Nûrî Ekîncî şeva ku Çam rakirin nexweşxaneyê çû nexweşxaneyê. Ekîncî, diyar kir ku demareka li rexê çepê yê dilê Çam xitimî ye. Ne me ne jî malbata wî nekarî bibîne. Bijîşk got hem ji ber kaltiyê hem jî ji ber nexweşiyên din dibe ku dîsa krîz li dilê wî bide. Çam wê 2 rojên din li beşa çavdêriya awarte bê ragirtin.”
Rewşa bêrûmetkirinê heye
Ekîncî, bi bîr xist ku di demên berê de Nexweşxaneya Lêkolînê ya Êlihê ji bo Çam rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye lewma serlêdana wan a ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû redkirin. Ekîncî, got ku wê dîsa ji bo Çam serî li ATK’ê bidin. Ekîncî, diyar kir dewlet mecbur e girtiyan biparêze û wiha domand: “Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Êdî taqeta wan nema ye. Gelek girtî nikarin bimeşin jî. Li Girtîgeha Beşîriyê ferz dikin ku li nav dev bigerin. Yên li dijî vê derdikevin jî nikarin tedawî bibin. Rewşeke bêrûmetkirinê heye. Lewma naçin nexweşxaneyê û dema neçin jî wan bi hêviya mirinê ve dihêlin.
Ji girtîgehan cenaze dertên
Ekîncî, axaftina xwe wiha qedand: “Serokkomar, cezayên fermandarên 28’ê Sibatê efû kir. Lê heta niha tu caran ji bo Kurdekî ev biryar nedaye. Mixabin ji girtîgehan cenaze derdikevin. Girtî yan dema li ber mirinê tên berdan an jî cenazeyên wan derdikevin. Ev rewşekî polîtîk e. Qanûn tenê ji zagon û xalan pêk nayên. Her wiha wijdan e. Em jî hêvî dikin ku wijdan bikeve pêşiya qanûnan.”
MA/SÊRT