• Parlementer û mamosteyê zanîngehê li ser banga KCKʼê ya der barê rewşa PDKʼê û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê de peyivîn û bal kişandin ser bêdengiya Hukûmeta Herêmê û Iraqê. Îşaret bi tehlûkeya caşîzmê jî hat kirin.

Parlametnerê Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helednî û Parlamenterê Iraqê Ehmed Hacî Reşîd bêdengî û bêhelwestiya Hikûmeta Herêmê û parlamentoyê ya li dijî dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Parlamenteran diyar kir ku bêdengiya heyî xizmeta dagirkeran dike û gotin, Pêwîste aliyên siyasî bersiveke erênî bidin banga KCK’ê. Mamostayê Beşa Felsefê yê Zanîngeha Raperînê Aram Qadir jî diyar kir ku piştgiriyek tam didin peyama KCK’ê û îşaret bi tehlûkeya caşîzmê kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 23’yê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî dabû û bal kişandibû ser êrişên dewleta Tirk ên dagirkerî û qirkeriyê. KCK’ê di heman daxuyaniyê de bal kişandibû ser helwesta neyînî ya PDK’ê jî û diyar kiribû ku PDK êrişên dewleta Tirk rewa dike û destekê dide siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk. Her wiha KCK’ê bal kişandibû ser êrîşên dewleta Tirk ku di serî de li hemberî Başûrê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û tevahiya herêmê û bang li gelê Kurd jî kiribû da ku bi yekîtiya netewî êrişan têk bibin.

Kurd bi giştî di metirsiyê de ne

Têkildarî vê peyama KCK’ê, Parlamenterê Firaksiyona Yekgirtuya Îslamî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helednî û Parlamenterê Komela Îslamî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji ROJNEWSê re axivîn.
Ebûbekir Helednî di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku niha rewşa gelê Kurd bi giştî di metirsiyê de ye û got: “Dewleta Tirk û Îranê rojane deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê binpê dikin. Helwesta Iraqê jî cihê şermê ye ku li beramberî binpêkirina serweriya xaka xwe bêdeng dimîne. Hikûmeta Herêmê jî heya niha ti helwestek nişan nedaye. Em wek Kurd di jêr metirsiyê de ne. Ne tenê aliyek di jêr metirsiyê de ye, dagirkerên Kurd xwîna hemû Kurdan wekhev dirêjin. Me dît dewleta Tirk xwîna parêzvanên sinor yên Iraqê û gerîla bi hevre rijand. Pêwîste hêzên siyasî bersivek erênî bidin banga KCK’ê û wê demê KCK jî xwe erkdar bike.”

Hikûmeta Herêmê ne xwedî îrade ye

Parlamenterê Iraqê Ehmed Hacî Reşîd jî têkildarî mijarê got: “Dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya şikandina serweriya xaka Iraqê. Nabe Iraq xwe ji vê berpirsyartiyê bide alî û divê ji bo parastina serweriya xwe serî li mekanîzmaya destûrî bide. Ti helwesteke Hikûmeta Herêmê jî nîne. Ev jî nîşan dide ku Hikûmeta Herêmê ne xwedî îrade û biryara xwe ye. Hikûmeta Herêmê nikare helwesta xwe diyar bike. Her wiha hinek lihevkirinên wan ên hizbî ligel van dewletan de hene, hinek ji wan aborî ne hinek jî siyasî ne. Rastiyek jî heye hinek ji hêzên siyasî yên Başûr bi piştgiriya van dewletan hebûna xwe dewam dikin. Ji bo parastina hizba xwe artêşa dagirker anîne nava Kurdistanê û li beramberî hevnîştiman, hevziman û netewa xwe dide şerkirin.
Mijara dagirkeriyê mijarek giştî ye û ji hemû mijarên din giringtire. Pêwîstiya wê bi yekdengî û yekhelwestiya hêzên siyasî ya Kurd heye.”

Me ji caşîzmê agahdar dike

Mamostayê Beşa Felsefê yê Zanîngeha Raperînê Aram Qadir diyar kir ku piştgiriyek tam didin peyama KCK’ê û got;”Hêvî dikim ku hêzên din û bi taybet jî PDK piştgiriyê bide û xwe ji helwesa niha dûr bigire.
Bi rastî ew peyama KCK’ê girîng e. Xwendinek rasteqîn ji bo nava mala Kurd, rewşa partiyên siyasî, helwesta hêja û nehêja ya partiyên siyasî kiriye û li ser rawestiyaye. Hinek îhtîmal û metirsî eşkere kiriye ku di paşerojê de rûbirûyî tevahiya welatiyên Kurd bibe, bi taybet li Başûrê Kurdistanê bibe.
Ev peyam me ji caşîzmê agadar dike. PDK û Tirkiye dixwazin bi hemû tiştî ve Başûrê Kurdistanê teslîm bigirin. Ne tenê nefte, demeke neft teslîm kirine. Siyaset û aborî demeke teslîm kirine. Lê, niha hinek deng û kesayet, hebûna civakî û çanda me maye, dixwazin van jî bi temamî teslîm bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN