Bersiv tevlîbûna Xweseriyê ye

Nûçeyên Jin

Çarşem 27 Çile 2021 - 02:27

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir, DAÎŞ‘ê bi qetilkirina du endamên Meclîsa Şedadê êriş biriye ser azadiya jinê ku bi Rêveberiya Xweser re bi pêş ketiye. 
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bang li jinan kir, ku li dijî çeteyên DAÎŞ‘ê û zîhniyeta wan, fikir û hêza xwe bikin yek û hîn bi xurtî tevlî nava sîstema Rêveberiya Xweser bibin.

Hevseroka Bajarokê Til El Şayir a Deşîşa ya li başûrê Kantona Hesekê Seda Feysel El Hermas û Alîkara wê Hind Letîf El Xidar 22’ê Çileyê hatibûn revandin û bi rengekî hovane hatibûn qetilkirin. DAÎŞ’ê piştî du rojan berpirsyariya revandin û qetilkirina her du siyasetmedarên jin li xwe girtibû.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got, ”Rêveberiya Xweser ji bo azadiya jinê, ji bo avakirina civakeke demokratîk û guhertina zîhniyetê firsendê diafirîne. DAÎŞ jî hewl dide êrişî vê rêveberiyê bike. Dixwaze pêşî li azadî û pêşketina jinan bigire û sîstema xwe ya otorîter a tarî li jinan ferz dike. Tê zanîn ku herî zêde jin tevlî Rêveberiya Xweser dibe, li dora vê rêveberiyê dicivin.”

Îlham Ehmed xwest jin li dijî van hêzên tarî, fikir û hêza xwe bikin yek û hîn bi xurtî tevlî nava sîstema Rêveberiya Xweser bibin. Bi tevlîbûneke xurtir a nava refên YPJ’ê divê jin bersivê bidin vê komkujiyê. Mêrên azadîxwaz jî divê hêza xwe bikin yek û li ber DAÎŞ’ê rabin.”

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.