SILAVA EBDUREHMAN / ANHA/QAMIŞLO
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî jinên Efrînê yên revandî tevî bêdengiya civaka navneteweyî, dewam dike. Piştî ku dewleta Tirk a faşîst kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de dagir kir, navend û dibistanên wê kirin hepsên veşartî ku çarenûsa revandiyên di hundirê wan de nayê zanîn. MIT’a Tirk û çeteyên dewleta Tirk van hepsan bi rê ve dibin.
Di hevpeyvîneke ajansa me ya 9’ê Îlonê de, Resûl Xelîl ê ku çeteyên dewleta Tirk ew revandibû, ku 3 keçan da ku ti agahiyên li ser sivîlan nedin û zirarê negihînin wan, agir berdan canê xwe.
Li aliyê din W.C´yê di hepsa Raî de yê bi fîdyeya 3 hezar û 500 dolarî 10’ê Îlonê serbest bû, ji ajansa me re 7’ê Tebaxa bihurî li ser êşkenceya di heopsê de axivî. W.C jî got, du jinan red kir ku sûc û destdirêjî li dijî wan pêk werin û ji ber wê agir berdan canê xwe û mirin.
Li ser vê mijarê, sûc û kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got: "Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve, rêze revandinên sivîlan dest pê kirin û heta roja îro dewam dikin. Bi wê re zêdetirî 7 hezar sivîlên jin û mêr revandin û veşartin û çarenûsa wan heta niha ne diyar e."
Piştî hin jinên Efrînî ji hepsê derketin, bi dijwarî rêxistinê xwe gihand wan: "Wan jinan got, girtîgehên îşkenceyê ne, ji wê zêdetir jî çarenûsa gelek ji kesên ketine girtîgehan ne diyar e û hinek hene piştî dayîna pere derdikevin."
Evîn Cuma li ser zilm û êşkenceyê helwêsta jinan wiha rave dike: "Bi gelek rêbazan xwe kuştin, heta 3 jin piştî derketina ji girtîgehê xwe kuştin, ew jî ji ber fişara derûnî ya ku di girtîgehê de, li wan bû."
Evîn Cuma eşkere kir ku tevahî sûcên li van hepsan di bin çavdêriya berpirs û efserên Tirk pêk tên. Wê got, "Armanca sereke ji hedefgirtina jinan koçberkirina şêniyên Efrînê ye."