Berpirsiyarê êrişan Hakan Fîdan e
Pêncşem 29 Çile 2026 - 02:35

Êriş û dorpêçên çeteyên HTŞ-DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava didomin. Çapemeniya cîhanê cih da protestoyên li dijî êrişên, daxwazên agirbestê û piştgiriya Tirkiyeyê ji bo êrişan.
Ajansa Associated Press (AP) a li Emerîkayê, nûçeyek bi sernavê “Li Sûriyeyê agirbest didome, lê belê tirs û hêrsa sivîlan didome”. Di nûçeyê de cih da daneya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ku dibêje zêdetirî 173.000 kes neçarî koçberiyê bûne.
Reuterê jî nûçeyek bi sernavê “Îngîltere, DYE, Almanya û Fransayê ji bo agirbestê bangî Sûriyeyê kirin” weşand û bal kişand ser ragihandinên agirbestê.
Hunandina keziyan bû rojev
Rojnameya Die Zeid a li Elmanyayê nerazîbûn nîşanî birîna keziyên şervana YPJ’ê ji aliyê HTŞ’ê ve da. Herwiha Die Zeitê cih da protestoyên jinan ên kezî hûnandinê û nivîsa bi sernavê “kîn û por” weşand. Di berdewamiya nivîsê de ev tişt hate gotin:“Îslamîstek, keziyê jina Kurd nîşan dide û li dijî vê jinên Kurd ên li çar aliyên cîhanê keziyên xwe dihûnin. Li ser keziyan peyama sembola azadiya jinê tê dayîn. Porên jinan di warê çandî û dîrokî de sembola statuya civakî û rûmetê ye. Keziyên bi zorê hatine birîn desteserkirina her duyan e.”
Berxwedan ne tenê bi çekan e
Rojnameya Il Fatto Quotidioano ya Îtalî nûçeyek bi sernivîsa “Tecrubeya demokrasiya Rojava ji aliyê Sûriye û Tirkiyeyê ve di bin xetereyê de ye” weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin:’’Tecrubeya siyasî û civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em wekî Rojava dizanin, a herî balkêş a serdemê ye. Lê belê niha di bin xetereya herî giran deye. Li dijî DAIŞ’ê bi ser ket û tecrubeyek demokrasiyê ya gelparêz saz kirin. Îro ev şoreş bi awayekî eşkere di bin êrişê de ye.”
Dewleta Tirk bi eşkere piştgirî dike
Di heman demê hat diyarkirin ku ev êriş ji bo tunekirina etnîkî ye û têkildarî rola Tirkiyeyê ev tişt hate gotin:“Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê, mîlîsên cîhadîst û bi pişgiriya Tirkiyeyê hewl didin xweseriya ku bi têkoşînê hatiye bi destxistin têk bibe. Li Şamê hikûmet di destê kadroyên HTŞ’iyên ku berê El-Qaîdeyî bûn de ye. Ji bo serdestiyê li tevahiya welat bi awayekî sîstematîk tundiyê disepînin. Hikumeta Tirkiyeyê bi awayekî eşkere piştgirî dide vê kampanyaya leşkerî; Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan piştgiriya siyasî didin. Balafirên şer, li qada şer balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê tevî cîhadîstan tevdigerin.”
Karavana Gelan
Ajansa bi navê Pressenza, People’s Caravan (Karavana Gelan) a ku heftekî berê ji Ewrûpayê ber bi Kobanê bi rê ketibû girt rojeva xwe. Ajansê roportaja bi karavanê re hatibû kirin weşand û destnîşan kir ku wê aktîvîst ji bo balê bikişînin ser rewşa Kobanê biçin ser sînor. Analisi Difesa jî nûçeyek bi sernavê “Sûriye: Kurd carekî din dibin qurbanên hevsengiyan” weşand. Di nûçeyê de bal kişand ser rewşa êrişên li ser xweseriyê. Tidningen Syre a li Swêdê nûçeyek bi sernavê “Piştgiriya ji bo Kurdên li Sûriyeyê didome: Hikûmet bêdeng e” weşand û cih da çalakiyên protestoyê.
NAVENDA NÛÇEYAN









