Berpirsekî Eniya Tirkmenan hat kuştin

În 3 Adar 2023 - 16:04

Di mala berpirsê berê yê Fermangeha Parêzvanên Eniya Tirkmenan de, teqînek çêbû. Li gorî agahiyan, berpirsê Parêzvanên Eniya Tirkmenan Tahir Îsmaîl hatiye kuştin.

Beriya niha bi demekê, li mala berpirsê berê yê Fermangeha Parêzvanên Eniya Tirkmenan Tahir Îsmaîl ya li taxa Zubatî ya li Kerkûkê, teqînek çêbû.

Heman çavkaniyê Ji rojnewsê re ragihand ku Tahir Îsmaîl destpêkê bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê paşê miriye.

Nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi çêbûye. Derbarê bûyerê de polêsan lêkolîn da destpêkirin.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.