- Bernameya pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê ya li Şengalê, ji aliyê komîteya amadekar ve hate eşkerekirin. Komîteyê bang li Êzîdiyan kir da ku tevlî pîrozbahiyê bibin.
Bernameya pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê ya li Şengalê, ji aliyê komîteya amadekar ve hate eşkerekirin. Komîteyê bang li Êzîdiyan kir da ku tevlî pîrozbahiyê bibin.
Li Şengalê di 20’ê Nîsanê de bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) cejna Çarşema Serê Nîsanê tê pîrozkirin.
Komîteya amadekar bernameya xwe eşkere kir û bang li tevahiya civaka Êzîdî kir da ku bi cil û bergên xwe yên resen beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Komîteyê got, “Em vê cejnê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya yekitî, azadî û serketina gelê me.
Ji bo em peyameke bihêz bidin dijmin, em bidin diyakirin ku Şengal xwedî îrade ye û jiyan li ser vê axa pîroz dewam dike, em bang li gelê xwe dikin, 20’ê Nîsanê li meydana pîrozbahiyê bi cil û bergên xwe yên Êzîdiyan amade bin û bi hev re vê cejnê pîroz bikin.”
Pîrozbahî li Geliyê Kiwersê bi pêşengiya PADÊ çêdibe. Bername bi def û şibêbên olî û peyama Oldarên Êzîdiyan dest pê dike.
Hunermend Kawa, Xemdar, Harîman Qasim, Elînt, Koma Çiyayê Şengalê, dengbêj Celo Şengalî, dengbêj Berces Xelef û helbestvan Leyla Serhan di bernameya çandî ya pîrozbahiyê de cihê xwe digirin.
ŞENGAL