Bernameya Çandê destpê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 00:48

Şaredariya Êlihê dîsa dest bi xebatên xwe yên ji bo parastin û domandina çandê kir. Mala Dengbêjan a girêdayî Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Êlihê, li Parka Salih Ozdemîr çalakî li dar xist û gelek welatî tevlî bûn. Di bernameya ewil de jî dengbêjên bajar ên navdar Perîxana Şirnexî, Ehmedê Xiyî, Evdilê Koçer, Evdilezîzê Koçer, Heyderê Xiyî û Salihê Qubînî cih girtin. Hevşaredar Gulistan Sonuk di bernameyê de axivî û wiha got:“Ji bo parastin û domandina hunera dengbêjiyê, çi ji destê me bê em ê bikin. Ew ê di rojên pêş de bernameyên me bidomin.” Dengbêjên ku stranên xwe pêşkeşkirin, rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Çalakî heta derengiya şevê domiya. 

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.