Berlînê Enqere hişyar kir

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 18 Çile 2023 - 00:10

REWŞAN DENÎZ/FRANKFURT

 

Parlamenterê AKP´ê Mustafa Açıkgoz, li ser navê AKP´ê li Elmanyayê dest bi xebatên hilbijartinan kiribû û di vê çarçoveyê de gef li kurdan xwaribû û gotibû, ew ê nehêlin Kurd li Elmanyayê jî bijîn. Parlamenterê AKP´ê yê nijadperest çûbû serdana MUSÎAD, UID, ´Türk Federasyonu? û Mizgeftên nijadperestên Tirk û li vir fermana komkujiyên nû li dijî Kurdan da. Vê yekê kir ku Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê bang li sefîrê Tirk ê li Berlînê bike. Wezaretê bi bîra sefîr xist ku xebatên propagandaya hilbijartinê li Elmanyayê bi destûra rayedaran dibe û lazim e hikûmeta Tirk jî ji vê re rêzê bigire. 

KCDK-E´yê jî li ser meseleyê daxuyaniyek da û parlamenterên Kurd li Elmanyayê Gokay Akbulut û Cansu Ozdemir jî nerazîbûna xwe îfade kirin.  

Berlînê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku propagandaya hilbijartinê li Elmanyayê bi fermanên komkujiyên li dijî Kurdan da destpêkirin, hişyar kir. Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê nerazîbûneke tund nîşanî civîn û gotinên wekîlê AKP'ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz da. Açikgoz li bajarê Neussê li mizgefteke ser bi faşîstên Tirk, gef li Kurdan û muxalifan xwaribû.

Wezareta Karê Derve daxuyaniyek da li ser hesabê medya dîjîtal û got, wezaretê bang li Sefaretxaneya Bilind a Tirk kiriye û ji bo bûyereke mîna ya li Neussê dubare nebe, Enqere hişyar kiriye. Wezaretê got, wan sefîr hişyar kiriye û gotiye, siyasetvanên Tirk tenê bi destûra Wezareta Karê Derve a Elman dikarin li Elmanyayê propagandaya hilbijartinê bikin.

Wezaretê desthilatdariya AKP-MHP'ê bi van gotinan hişyar kir: "Dîmenên mîna yên parlamenterekî Tirk li Neussê, divê dubare nebin. Li Elmanyayê cihê gotinên nefret û sorkirinê nîne. Me bi rengekî eşkere ji wan re ragihand ku çalakiyên ji bo kampanya hilbijartinê ya li derveyî welat, divê berê ji aliyê me ve bê qebûlkirin. Heger nûnerên Tirk li gorî pîvanên lîstikê tevnegerin, hingî divê em encamên vê binirxînin."

 

Gelo Elmanya wê ceza li van sûcan bibirre?

Parlamentera meclîsa federal a Elman a ji Partiya Çep Gokay Akbulut doh pêşniyazpirsek da hikûmeta federal. Wê ji hikûmetê pirsî, gelo ew ê destûrê bide xebatên propagandaya hilbijartinê yên partiyên hikûmeta AKP-MHP´ê li Elmanyayê.

Akbulut wekî dixwaze zanibe, ka ceza wê li xebatên hilbijartinan ên ku pê gef li kurdan û muxalifan hatine xwarin, werin birrîn yan na.

Gokay Akbulut ji rojnameya me re jî got, “Li ser mijarê gelek gilî hatin kirin. Divê parlamenterê AKP´ê Mustafa Açikgoz bikeve ber lêpirsînê û ceza lê bê birrîn.”

Gokay Akbulut wekî din xwest, lêkolîna ji bo qedexekirinê ya li dijî rêxistinên faşîst ên Tirk bê berferehkirin û DÎTÎB jî ji nêz ve bê şopandin û got, “Destê dirêj ê Erdogan ê li Ewrûpayê êdî bê şikandin.”

Parlamentera Partiya Çep a meclîsa eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir jî ji me re got, “Tevî ku gelek pîlanên reşkujiyan eşkere bûn jî, Elmanya destûrê dide ku AKP´yî bi rehetî tirs û terorê bixin dilê mirovan. 

 

KCDK-E´yê hişyar kiribû

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û got, dîktator Erdogan bi rêya parlamenterê AKP'ê Mûstafa Açikgoz bi rengekî eşkere, li ser navê erdogan gef li Kurdan û muxalîfên li Elmanyayê xwariye.

KCDK-E'yê got, "Hikumeta Elman ji ber ku berpirsyariya xwe bi cih nayne, dîktator Erdogan bi rengekî eşkere bi rêya çeteyên xwe fermana kuştinê dide. Hikûmetên ku li hemberî vê yekê tedbîran wernagirin, rê li ber komkujiya Kurdan li Ewropayê vedikin û cesaretê didin dewleta Tirk. Ji bo pêşîgirtina li provokasyon û gefên êrîşê yên gengaz em bang li hikumetê û saziyên pêwendîdar dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.