Berlinale ya 71’ê online e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Adar 2021 - 00:52

NÎLGUN YELPAZE
BERLÎN

Festîvala Filman a Navneteweyî ya 71’ê a Berlînê, Berlinale, îsal hinekî derengmayî be jî 1’ê Adarê dest pê kir. Lê vê carê festîval li pêşesaziya sînemayê, juriya festîvalê û çendek rojnamevanan tenê vekiriye û li ser înternetê online film tên nîşandan. Festîval wê heta 5’ê mehê bi vî rengî dewam bike û filmên serketî jî hingê bên eşkerekirin. Wekî din hat ragihandin, heger heta hingê rewş normal be wê havînê ev film li derve li xelkê jî vekirî bin. Lê ev yek hîna ne diyar e. 

Îsal Berlinale zêde kela canê xelkê ranekir. Sedem ji dibe ku ew be, organîzatoran tercîh nekir xwe bigihîne temaşevanan, ên ku neçar mabûn bikevin malan. Belkî bi festîvala li xelkê vekirî ya havînî ev yek bê telafîkirin.

Îsal di beşa pêşbirkê de filmên Elman gelek in. Ji filmên herî zêde kela canê mirovan radikin ên di beşa pêşbirkê de yek jê jî ya Celine Sciamma ya bi navê Petite Maman e. Derhênerê berê bi filmên weke Tomboy û Girlhood jêhatîbûna xwe îsbat kiribû. 

Di festîvala îsal de jî weke ku kotaya Îranê hebe. Behtash Sanaeeha û Maryam Moghaddam bi filma ‘Ballad of a White Cow (Destana çêlekeke spî)’ vê kotayê îsal tijî dikin û mesele dîsa sûc û ceza ye. 

Li dergûşa asîmîlasyonê dinihêre

Ji Tirkiyeyê jî filmek di festîvalê de heye. Di beşa panoramayê de filma bi navê Okul Tıraşı (Serkurrkirina dibistanê) ya Ferît Karahan tê nîşandan. Film berê xwe dide Dibistanên Qişleyî (YÎBO) yên dewleta Tirk li Kurdistanê vekirî. Di filmê de mirov şideta li zarokan kirî jî dibîne. Zarokên Kurd ên di YÎBO´yan de bi miameleyên xirab ên mamosteyên bi kirinên xwe di navbera esker û mehkûman de dijîn. Yek ji mamosteyan cezayê bi ava sar serşuştinê dide zarokan. Di zivistana sar a Serhedê de Mehmet dîtira rojî nexweş dikeve. Yusuf jî hewl dide hevalê xwe xilas bike. 

Di filmê de zarok ne tenê mexdûr in. Aliyê filmê yê herî serketî ew e ku zarokan ji rola mexdûr derdixe û wan dike aktorên çalak. Di filmê de giloka faşîzmê weke tiştekî mucered ê ku çarenûsa her kesî diyar dike, xuya dike.

Di festîvalê de filma Hogir Hirorî ya li ser jinên Êzîdî yên ku ji destê DAIŞ´ê têîn rizgar kirin a bi navê Sabaya jî di beşa belgefilman de duşemê hat nîşandan. Nîşandana filman di ser înternetê re wê heta înê (5´ê Adarê) dewam bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.