Berjewendiyên neteweyî û Kurdistanê
În 8 Cotmeh 2021 - 01:13
SEYÎT EVRAN / ANF/SILÊMANÎ
Li Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de hilbijartineke giştî ya pêşwext were lidarxistin. Li Iraqa Federal a ku piştî sala 2003’an de dema ku dîktatoriya Seddam Huseyîn bi mudaxeleya DYE hate hilweşandin, wê ev bibe hilbijartina şeşemîn. Şîî, Sunnî û Kurd jî di nav de wê gelek partî, lîste, kom û tifaq têkevin hilbijartinê.
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî derbarê hilbijartina di 10’ê Cotmehê de axivî.
Berwarî dibêje, partiyên Kurd jî di nav de tu partiyên li Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqiyan tu projeyeke wan tune û wiha dipeyive: ‘’Tekane armanca wan ev e ku bibin desthilatdar. Li Iraqê desthilatdarbûn tê wateya du tiştan. Yek jê ev e ku li parlementoyê kursiyan bi dest bixin a din jî ev e ku dahata ekonomîk bi dest bixe, partî û alîgirên xwe dewlemened bike.”
Dibe ku xerabtir bibe
Her wiha bi bîr dixe ku di salên dawîn de Kurd dibin serokkomar lê ew jî bi xwe re hin pirsgirêk û nîqaşan tîne û wiha diaxive:’’ Partiyên Başûrê Kurdistanê serokkomar hildibijêrin û li gorî wan ji xeynî partiya wan kes nikare bibe serokkomar. Ev jî di navbera wan û Iraqê de dibe sedem. Piştî hilbijartinê wê pirsgirêk bidome. Dibe ku xerabtir bibe. Dema ku li Iraqê serokkomar tê hilbijartin divê Îran, DYE, welatên Ewrûpayê, welatên Ereban û Tirkiye vî tiştî qebûl bike. Heke ji van welatan yek qebûl neke, serokkomar nayê hilbijartin. Li gorî min wê wekî hilbijartinên berê pirsgirêk çêbibe. Wê her partî namzetê xwe yê serokkomariyê nîşan bide. Ev jî di navbera Kurdan û Iraqê de wê bibe sedemeke mezin. Serokkomarê ku bi qebûlkirina welatên Ewrûpa, welatên Ereban û Tirkiyeyê wê tu sûda wê ji Iraqê re tunebe. Me di salên borî de dît. Dema ku dewleta Tirk Başûr dagir kir, tu helwest nedan nîşandan. Ligel ku sivîl tên kuştin, êrişên dagirker didome jî tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Dema ku bi çekên kîmyewî mirov tên qetilkirin, êrişî Şengal, Mexmûr û Başûr tê kirin tu nerazîbûnekê nîşan nadin. Li serokkomarekî wisa bifikirin ku li hemberî sûcên li dijî serxwebûna Iraqê û yekparetiya axa wê bêdeng dimîne.”
Nexwe wê têk biçin
Berwarî dibêje, divê gelê Kurd bibe yek û wisa berjewendiyên Kurdistanê biparêze û wiha qise dike: “Divê berjewendiya Kurdistana mezin li pêş be. Heke bi hestên welatparêzî, berjewendiyên neteweyî û Kurdistana mezin li pêş be, dibe ku destkeftî were parastin. Heke Kurd li ser esasê berjewendiyên Kurdistana mezin li ser bingeha dîplomatîk, siyasî, leşkerî û ewlekariyê tevnegerin wê têk biçin.”