• Aldar Xelîl: PDK bi desthilatdarî, îstîxbarat û hêzên taybet Başûr kiriye warekî ku dewleta Tirk pîlanên xwe lê pêk bîne. Ji ber vê jî tevlî nav pîlanên îmhayê yên dewleta Tirk dibe. Ji bo PDK’ê divê ev ne tiştekî baş be. Tişta ku ji bo wan herî baş ev e ku divê li hemberî pîlanên dewleta Tirk bin. 

MUSTAFA ÇOBAN / ANF/QAMIŞLO

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Divê li hemberî konsepta PDK û dewleta Tirk gelê me, xwe bi rêxistin bike. Divê gelê me li hemberî dagirkeriyê û hevkarên wê, helwêsteke zelal nîşan bide.” Xelî got, berjewendiyên PDK´ê ne pîlanên dewleta Tirk in, lê PDK vê nabîne.

Aldar Xelîl got, PDK’ê Başûrê Kurdistanê kiriye meydaneke ku pîlanên dewleta Tirk lê tên kirin û got, “Dewleta Tirk dema ku dibêje, ez ê tevgera azadiyê biqedînim, xwe dispêre PDK’ê. Tişta ku dewleta Tirk li meydana navneteweyî nikare bike, PDK dike.”

Aldar Xelîl got, “PDK’ê qedera xwe spartiye têkiliyên bi dewleta Tirk re” û wiha dewam kir: “AKP û MHP di dîroka dewleta Tirk de desthilatdariya herî şovenîst e. Li hemberî hebûna gelê Kurd, demokrasî, mafên mirovan û wekheviyê ye. PDK’ê qedera xwe spartiye kesên wisa. Bi wan re di nav konseptekê de ne.”

Konsepta PDK û dewleta Tirk 

Xelîl got, dewleta Tirk êrişên giran dibe ser miletê Kurd, axa Kurdan dagir dike û siyaseta îmhayê dimeşîne û wiha peyivî, “Rayedarên PDK’ê yeko yeko tên bi Erdogan, wezîr û hikûmeta wî re hevdîtinan dikin. Li Hewlêr, Enqere, Munchen û li gelek cihan hevdîtinên wan çêbûn. Yanî, bi hev re di nav konseptekê de ne.”

Li gorî Aldar Xelîl, dewleta Tirk ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya miletê Kurd, xwe dispêre hevkariya PDK’ê û wî got, “Ev mesele gelekî xeter e. Li Başûrê Kurdistanê tevî dewleta Tirk wê li hemberî hebûna gelê Kurd tevbigerin. Herçiqasî ev rastî hebe jî hêzên ji Başûrê Kurdistanê li vî tiştî nafikirin. Temamê gelê Başûr ne li ser vê fikrê ye.

PDK bi desthilatdarî, îstîxbarat û hêzên taybet Başûr kiriye warekî ku dewleta Tirk pîlanên xwe lê pêk bîne. Ji ber vê jî tevlî nav pîlanên îmhayê yên dewleta Tirk dibe. Ji bo PDK’ê divê ev ne tiştekî baş be. Tişta ku ji bo wan herî baş ev e ku divê li hemberî pîlanên dewleta Tirk bin. Mixabin em berevajiyê vê dibînin.”

Hukmê xanedaniyê zirarê li Kurdistanê dike

Li gorî Aldar Xelîl, li Başûrê Kurdistanê xanedanek hukmê xwe dike. Wî got, “Partiyên din ên di nav hikûmetê de ne xwediyê biryarê ne, bandoreke wan tineye ku karibin biryaran bidin û li herêmê bandoreke siyasî pêk bînin. Tişta ku Erdogan di warê navneteweyî de nikare bike, hin endamên vê xanedanê dikin. Bûne şirîk û tişta ku Erdogan nikare bike, ew dikin. Kesên li ser navê vê xanedaniyê li ser hukm in, li ser navê malbatê hukim dikin. Ev Xisarê dike li tevgerên Kurdistanî hemûyan. Ji bo me jî dibe sedem ku dewleta Tirk xurt bibe. Bi rastî jî heke Kurdistanî ne, divê nehêlin hêzên ku axa me dagir kirine, xurt bibin. Berevajî vê, divê ji bo azadkirina herêmên hatine dagirkirin alîkariyê bidin me. Niha çi dikin, alîkariyê didin dagirkeriyê. Dema ku em vî tiştî dibînin, em gelekî xemgîn dibin. ENKS di nav hevkariyê de ye. Bi Tirkiyeyê re ya ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Ezaz û Bab dagir kiriye, şirîkatiyê dike. Ev bêwijdanî ye, bêexlaqî ye û ne li gorî welatparêziyê ye. Ev siyaset li dijî berjewendiya gelê Kurd in.

Hûn bi dijmin re bin dijmin we bi kar tîne

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl  got, piştî hevdîtinên vê dawiyê yên Barzaniyan û rayedarên dewleta Tirk, agahî ji wan re hatine ku dibe hin êriş li dijî destketiyên Kurdan bên kirin û wî wiha dewam kir: “Divê êdî her kes li hemberî vê siyasetê be. Ev ne bi tenê karê partiyekê ye. Wekî ku di navbera me de nakokiyên şexsî hene. Ne wisa ye, hinek rastî hene. Divê her kes zanibe. Ev xanedan, malbat û partî, navê wê çi dibe bila bibe, bi dijmin re dixebite. Em hê jî têkoşîna azadiyê dimeşînin.

Hinek kes jî diçin bi dijmin re tifaqê dikin. Ew dijmin dixwaze me îmha bike, tu jî diçî alîkariyê didî dijmin. Ez nikarim bi nêteke baş li vê meseleyê binihêrim. Dijmin dixwaze me tine bike, tu jî diçî hevaltiyê bi wî re dikî, piştre diçî dibêjî, ‘Em bira ne’. Divê gelê me van rastiyan zanibe.  Divê em hemû bibêjin, ‘Êdî ev tişt wisa nabe, xwe nedin kêleka dijmin. Heta ku hûn bi dijmin re bin, dijmin we bi kar tîne. Dixwaze şoreşa me hilweşîne û bi ser bikeve, ji ber wê ew ê we jî tine bike. Ji bo ku qîmeta we jî hebe, divê ev şoreş û destketî werin parastin, divê gelê me xwe birêxistin bike, li hemberî dagirkerî û şirîkên dagirkeran em helwêsteke zelal nîşan bidin.’