• HPG'ê bi daxuyaniyekê 3 gerîlayên Adara 2017’an li Dêrsimê şehîd bûn, bi bîr anîn. 

HPG'ê bi daxuyaniyekê 3 gerîlayên Adara 2017’an li Dêrsimê şehîd bûn, bi bîr anîn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, “Di Adara 2017'an de, di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Dêrsimê de, hevrêyên me Ûmût, Berçem û Cûma şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên leheng bi şehadeta xwe bûn hîmên herî xurt ên mezinbûna têkoşîna me ya azadiyê û em wan di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin.”

HPG´ê ji bo şehîd Umut Çîmen got, “Hevrêyê me Ûmût li bajarê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Ûmût her tim hewl da ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe û piştî perwerdeyê rastiya dijmin baştir fêhm kir, jiyana xwe jî li gorî vê têgihiştinê ava kir. Hevrêyê me Ûmût ji bo derba herî mezin li dijmin bixe her tim kete nava hewldanên ji bo mezinkirina têkoşînê. Wî timî daxwaza çûyîna Dêrsimê dikir. Di demeke kurt de hînî vê herêmê bû û bi pratîka xwe, xwe da qebûlkirin. Di gelek çalakiyan de cih girt ku derbên giran li dijmin hatin xistin.”

HPG´ê ji bo şejîd Berçem Amîgra got, “Hevrêya me Berçem sala 2014'an li herêma Dêrsimê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi coş û moraleke mezin jiyan hembêz kir û di demeke kurt de hînî gerîlatî û hunerê jiyana li çiyê bû. Bi vî rengî bû gerîlayeke şareza. Li gel şert û mercên giran ên herêma Dêrsimê jî îradeya azadiyê her tim xurt kir û bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak.

Armancên azadiyê yên hevrêya me Berçem wê ji bo me hevrêyên wê, wê bibin hinceta xurtkirina têkoşînê.”

HPG´ê ji bo şehîd Cûma Çekdar jî got, “Hevrêyê me Cûma bi rê û rêbazên cuda kete nava hewldanên têkoşînê, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê ku şerê azadî û parastina hebûnê lê tê meşandin. Li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cûma li Eyaleta Amedê tevlî nava refên gerîla bû, di demeke kurt de pratîkeke serketî nîşan da. Li ser vî bingehî çû herêma Dêrsimê. Tevî ku li qada şerê giran bû, ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve xwe perwerde kir, bi pêş ve bir û tiştên hîn bû hewl da di nava jiyanê de bixe nava pratîkê.”

HPG´ê ji malbatên şehîdan re û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest. Wê agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî eşkere kirin: 

- Ûmût Çîmen (Mûhammed Îsmaîl) ê li Kotolê ji dayik bûye, kurê Nebahat û Abdullah, Adara 2017´an li Dêrsimê şehîd bû.

- Berçem Amîgra (Yagmûr Yucedag) a li Wanê ji dayik bûye, keça Vesîle û Ekrem, Adara 2017´an li Dêrsimê şehîd bû.

- Cûma Çekdar (Halîl Taş) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Meryem û Emîn, Adara 2017´an li Dêrsimê şehîd bû.

BEHDÎNAN