Bêrîvana ji Kurdistanê dîsa namzet e

În 6 Gulan 2022 - 22:30

  • Li eyaleta herî mezin a Elmanyayê NRW’ê 15’ê gulanê hilbiajrtinên eyaletê pêk tên. Xebatên partiyan ji bo hilbijartinê bi xurtê dewam dikin. 

Li eyaleta herî mezin a Elmanyayê NRW’ê 15’ê gulanê hilbiajrtinên eyaletê pêk tên. Xebatên partiyan ji bo hilbijartinê bi xurtê dewam dikin. Di anketên heta niha de ya xuya dike ew e ku CDU yan jî SPD’ê wê bibin partiya herî xurt. Li gorî heman anketan partiya Keskan jî wê di navbera ji sedî 16-18’ên dengan wergire.  

Parlamentera ji partiya Keskan a ji Kurdistanê Bêrîvan Aymaz di lîsteya Keskan de di rêza 5’an de dîsa namzeta parlamenteriya eyaletê ye. Bi beşdariya wezîrê çandiniyê yê federal Cem Ozdemir, namzeta sereke ya parlamenteriya NRW’ê ya Keskan Mona Neubau û Bêrîvan Aymaz jî resepsiyonek li bajarê Elmanyayê Kolnê hat lidarxistin.

Siyasetvanên Kurd ên sirgûn, Leyla İmret, Ziya Pîr, Ozan Canê, saziyên Kurdistanê, nivîskar di resepsiyonê de amade bûn. 

Mona Neubau di resepsiyonê de got, mirov herî zêde pirsa şerê Rûsya Ukraynayê dikin û xwest ku şer tavilê bi dawî bibe. Wê got, di nava karên wan ên li pêş de enerjiya bi tavikê û bayî heye. Wê li dijî nijadperestiya li Elmanyayê xurt dibe jî got, "Cihê em lê bin, pêşî li faşîzmê girtiye."

Bêrîvan Aymazê jî di axaftina xwe de bal bire ser dîktatorên ji bilî Pûtîn ên li dinyayê û got, "Îro roj, êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û Rojava, nabe ku bên qebûlkirin. Cihên şên tên bombekirin. Mirov tên qetilkirin. Divê em li dijî van dengê xwe bikin."

Bêrîvan Aymazê îdîa kir ku Wezîra Karên Derve ya Federal a ku ji partiya wê ye, Annelena Baerbock ji ber vê helwêsta dewleta Tirk naçe serdana vî welatî. 

Cem Ozdemir jî got, hevdîtina bi Enqereyê re hatiye kirin, ji bo bidawîkirina şerê Pûtîn bûye. 

Di resepsiyonê de Hozan Canê jî kilama Derwêşe Evdê got.

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.