Bêrîvan di greva birçîbûnê de ye

Sêşem 31 Tebax 2021 - 05:16

Rêxistina çavdêriya mafê mrovan li Başûrê Kurdistanê Kurdistan Watchê da zanîn ku Bêrîvan Eyûb a di hepsa PDK´ê de ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê ya sihetê gelekî xira bûye.  

Bêrîvan Eyûb bi xwe ji Dihokê ye. Ew sala par 13´ê Cotmehê li hewlêrê ji aliyê hêzên PDK´ê ve hat girtin. Bêrîvan Eyûb ji hingê ve girtiye û hîna ti ceza lê nehatiye birrîn. Ji wê re weke sedema girtina wê gotine, têkiliya wê bi PKK´ê re heye. Piştî girtina wê jî tevî ku ew di hepsa hêzên PDK´ê de jî bû, hevjînê wê dev jê berda. Li dijî giortina xwe ya bi neheqî û binpêkirinên mafên xwe, Bêrîvan Eyûb ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji ber şertên girtinê jî, rewşa siheta wê gelekî nebaş bûye.  

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.