Bêrîtan difire

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 28 Tebax 2022 - 22:06

  • Bêrîtan a piçûk dema sergovendî ye, wiha lê te, weke ku bask pê ve çêbin û bifire.

Bêrîtan a piçûk dema sergovendî ye, wiha lê te, weke ku bask pê ve çêbin û bifire.

Dema li kolanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) em digeriyan, dengê govendê û stranên govendê ber guhê me ketin. Me jî berê xwe da cihê ku dengê stranên govendê jê dihat.

Her em nêzîk bûn dengê stranê xweştir hat. Me xwe li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇNM) xwe dît. 

Li ser dikê, me dît ku komek zarok li ber stranên govendê ji xwe çûne û govendê digerînin. Ji rengê wan û dîsa govendên wan diyar bû ku xwe nû fêr dikin û amadekariyekê dikin. 

Me silav li wan kir. Wan jî em bi kêfxweşî pêşwazî kirin, kela canê wan hinekî rabû û piçekî jî şermokî bûn.

Bêrîtan a sergovendî

Li ser dikê komek zarokên keç yên 10-12 salî li ber stranan pirranî pêxas govend digerandin. Bêrîtan sergovendî bû û destmala kesk, sor û zer dihejand. Bêrîtan li ser govendê weke çûkan difiriya û bi ken serkêşiya govendê dikir. 

Me çi kir nekir li ber kamerayê ji bo me neaxivî. Bi hêvî û lavayan me ji wan xwest ku ji bo me jî govendê bigerîne, em hinekî li wan binihêrin. Piştî govendê, min xwe nêzî Bêrîtan kir û hewl da hinekî din wê nas bikim.

Bêrîtan 10 salî ye. Bêrîtan diyar kir ku ji bo hînî govendê bibe û kêfxweşiyê berê xwe daye NÇHM’ê. Ew jî bo hîn bibe hatiye: “Ji bo fêr bibim û dîsa li gel hevalên xwe tim govendê digerînim. Her wiha li dibistanê jî govendê digerînim.

Dema sergovendî me, bi bask dibim û difirim.”

Me ji mamosteyê wan pirsî bê ka meseleya vê govendê çi ye? Mamoste got, ew hewl didin di bin sêwana NÇHM’ê de komeke govendê ya zarokan çêbikin. Niha jî hewl didin ku komeke nû ava bikin, ev zarok jî ji bo provayan kom bûne û govendê digerînin.

ANF/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.