Berhemên xwe bişînin ji Apê Mûsa re

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Hezîran 2024 - 00:14

Xelatên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad îsal jî ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve têne dayîn. Niha dema serîlêdanê ye. Yên bixwazin heta 10'ê Îlona 2024'an dikarin berhemên xwe bişînin.

Di pêşbaziyê de beşên "Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Kurdî", "Nûçeya Bi Vîdeoyê", "Fotograf", "Karîkatur" û "Nûçegîhaniya Jinan" ku li ser navê Gurbetelli Ersoz tê dayîn hene.
Berhemên ku bêne şandin divê piştî 10'ê Îlonê 2023'yan hatibin weşandin. 
Di warê kategoriyên polîtîka, aborî, ekolojî, perwerdehî, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê her kes dikare berhemên xwe bişîne.

Endamên juriyê ev in;

Beşa Tirkî û Nûçe-Video: Faruk Bildirici, Ali Duran Topuz, Banu Guven, Candan Yildiz, Nezahat Dogan, Mehmet Ali Çelebi
Nûçeya Kurdî: Ramazan Olçen, Nergîz Îsmaîl, Bişar Turgut, Hatice Kamer, Munevver Karademir
Nûçegihaniya Jinan: Dilek Arjin Oncel, Bircan Degirmenci, Derya Ceylan, Elif Ekin Saltik, Gulfen Karataş
Fotograf: Ramazan Ozturk, Beritan Canozer, Salih Yeşil, Ozcan Yaman, Murat Baykara
Karîkatur: Kemal Gokhan Gurses, Ronî Batte, Erceren

Ji bo têkilî:
e-posta: apemusaozgurbasin@gmail.com
Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90
Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekâr Sokak No: 7/3 Beyoglu/İstanbul

NAVENDAN NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.