Polêsên Îtalyayê bi operasyoneke mezin 3 hezar û 500 berhemên dîrokî ji destên dizan xelas kirin. Her wiha wan 21 kes jî girtin û bi diziyê tohmetbar kirin.
Polêsên Îtalyayê yên ji mîrateyên çandî berpirsyar, li hember talan û diziyên berhemên dîrokî, tîmên taybet jî ava kirine. Tîmên bi navê ROS û Cacciatorî Puglîa nexasim ji bo vî karî hatine perwerdekirin. Polêsên ku berhemên dîrokî bi dest xistin, dibêjin, “Bihayê van berhemên dîrokî û çandî nayê pîvan, ji lewma ew pirr bi nirx in.”
Di nav van berheman de vazo, xişir, micewherat, kel û pelên dîrokî û her wiha pereyên zêr yên madenî jî hene. Polêsan her wiha qederê 60 dedektorên metal û çend tiştên bi vî awayî ku diz pê li berhemên dîrokî digerin jî desteser kirin.
ROMA