Du berhemên nû yên helbest û çîrokê yên jinan li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket.

Berhemên bi navê Çîrokên Jinên Wêjekar û Helbestên Jinên Wêjekar li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket. Di berhema Çîrokên Jinên Wêjekar de çîrokên nivîskarên jin hene û amadekariya wê jî ji aliyê Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Berhema Helbestên Jinên Wêjekar jî ji helbestên şairên jin pêk tê. Amadekariya vê berhemê jî Zozan Gulan û Nurcan Delîl kiriye.

Berhema Çîrokên Jinên Wêjekar 192 rûpel in û çîrokên 35 jinan tê de cih digirin. Helbestên Jinên Wêjekar jî 208 rûpel in û helbestên 79 jinan tê de cihê xwe digirin. Berhemên bi navê Çîrokên Jinên Wêjekar û Helbestên Jinên Wêjekar ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hatin çapkirin.

AMED