• Li Silêmaniyê Mamosteyên Nerazî ji ber nedan û derengketina mûçeyên xwe, gilînameyek dan ofîsa parlamena Iraqê ya li Silêmaniyê. 

Li Silêmaniyê Mamosteyên Nerazî ji ber nedan û derengketina mûçeyên xwe, gilînameyek dan ofîsa parlamena Iraqê ya li Silêmaniyê.

Mamosteyan daxwaz kir da ku ji niha û pê ve mûçeyê wan rasterast ji aliyê hikûmeta Iraqê ve were dayîn.

Îro li Silêmaniyê Mamostayên Nerazî li dijî derengketin û nedana mûçe li ber avahiya ofîsa parlamena Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Mamosteyan gilînameyek pêşkêşî tevahiya desthilatên federal ên Iraqê û fraksiyonên Kurd ên li parlamena Iraqê kir.

Li ser navê Mamosteyên Nerazî, Saman Elî daxuyanî da û got, “Ev heşt sal in desthilatdariya Herêmê bi awayekî neqanûnî bi gelek şêwazan dest werdide mûçeyê mamoste, karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê. Mûçeyê 36 mehan bi awayekî nîvî dane, niha jî ku nirxê neftê di asta herî bilind de ye, ti mehê mûçe di dema xwe de nayê dayîn. Heta niha jî mûçeyê meha Sibatê nehatiye dayîn. Her wiha çar welatiyên xanenişîn di rêza girtina mûçe de jiyana xwe ji dest dan. Em giliyê xwe pêşkêşî we dikin ku çareseriyeke mayînde ji vê mijara mûçeyê mamoste, karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê re bibînin. Li gorî me çareseriya herî guncaw ew e ku hikûmeta Iraqê rasterast mûçeyê me bide. Her wiha çavdêriyeke hûr li ser dahata neftê, xalên gumrikê û dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê bike.”

Iraq ji qewmînan agahdar e

Di dewamê de mamosteyan xwest çareseriyek ji rewşê re were dîtin û got, “Em ê boykota xwe dewam bikin û dibe ku mamoste ezmûnan jî boykot bikin.”

Piştre Parlementerê Komela Dadgerî ya parlamena Iraqê Soran Omer got, “Tişta li Herêma Kurdistanê rû dide, ti behaneyeke wê nîne û li ti derê jî bi qasî wê xirab nîne. Em piştgiriya tevayiya daxwazên mamoste û çînên din ên Herêma Kurdistanê dikin. Hemû desthilatên Iraqê û komên parlementoya Iraqê ji tiştên li Herêma Kurdistanê diqewimin agahdar in. Li ser saxwazên we, ew ê zêdetir bixebitin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, zêdetirî hefteyeke li Silêmanî, Koye, Germiyan, Raperîn û Helebce ji ber nedana mûçe pirraniya karmendên saziyan û mamosteyan boykot kirine û naçin ser kar.  

ROJNEWS/SILÊMANÎ