Ciwanên Kurd bi felsefe û ruhê têkoşînê yê Rêber Apo xwe gihandine wê astê ku paşeroja xwe bi xwe biafirînin. Berîvan Bati (Faraşîn Zîlan) yek ji wan ciwanan bû ku li Amedê tevlî nava refên têkoşînê bû.
Bêrîvan ku hesta xwe ya welatparêziyê xurt bû, her wezîfe bi rengekî serketî meşand. Faraşîn ku nakokiya xwe ya bi sîstemê re timî xurt bû, ji bo li ser şopa hevrêya Bêrîvan bimeşe ku navê wê li xwe kiribû, sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Bû gerîlayeke welê ku timî kelecanî, bi moral û kedkar bû.
Gerîlaya YJA Starê Faraşîn ku hîn di temenê zarokatiyê de bi hêrsa li dijî dijmin mezin bû, bi moraleke mezin û bi biryardarî sala 2016'an berê xwe da xaka lê ji dayik bûye Amedê. Bi kelecan û cidiyeteke mezin bû şervaneke rêya şoreşê.
Gerîla Faraşîn sala 2019'an di şerekî li dijî dijmin de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.
ANF/BEHDÎNAN