Berê wê li huner û çanda populer e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Sibat 2021 - 00:01

Mickalene Thomas hunermendeke Afro-Emerîkî ye ku li Brooaklynê dimîne. Ew şêwekariyê dike, kolajê dike, wênegir e, vîdeoyan çêdike û înstalasyonan datîne. Ew van berhemên xwe li ser esasê dîroka huner û çanda huner datîne da ku "vîzyoneke hevçax ya li ser cinsîbûn, bedewî û hêza jinê" ava bike. Qet nebe ew xwe û hunerê xwe li ser mapera xwe wisa dide nasîn. 

Ew dibêje, gava ew vê dike, ew jihevcihêkirina obje û subje, berçav û mucered, rastî û xeyalî zelûl dike. Jixwe gava mirov li portre, peyzajên wê yên tevlîhev yan jî xêzkirin, kolaj û wêneyên wê yên ji hundirê avahiyan dinihêre, mirov dibîne ku ew vê yekê dike. Lê ew tiştekî din jî dike bi vî hunerê xwe: "[Ew] hewl dide lêbikole ka nasname, cins û hisa xwebûnê agahdar in bi temsîliyeta jinan di huner û çanda populer de."  

Wê li Zanîngeha Yale li Dibistana Huner xwendiye. Tenê sala 2019´an çar pêşangehên wê yên solo hatin organîzekirin. Li gelek bajarên DYE´yê, li Kanada û li Ewrûpayê pêşangehên wê hatin organîzekirin. Lê hunerê wê xwe heta bi Tokyoyê jî gihandiye. 

Mickalene Thomas heta niha gelek caran xelat wergirtine. Ji van ya herî muhim Xelata Anonymous Was A Woman (2013) bû.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.