Berdevkê wî jî gef xwarin

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Rûsya, Îran, Fransa û hikûmeta Sûriyê heta niha ragihandine ku ew li dijî her cûre operasyona nû ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê ne.

Berdevkê Serokomarê Tirk Tayyip Erdoganî, Îbrahîm Kalin îdîa kir ku ew ê ji bo berferehkirina dagirkeriya xwe loi Sûriyê destûrê ji kesî nexwazin û êrişa wan a dagirkeriyê nêzîk e. Îbrahîm Kalin di hevpeyvînekê de ji Bloombergê re ev tişt gotin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Rûsya, Îran, Fransa û hikûmeta Sûriyê heta niha ragihandine ku ew li dijî her cûre operasyona nû ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê ne.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê, di beşeke din a axaftinên xwe de nerazîbûn ji Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkî jî nîşan da ji ber ku wê sersaxî ji miletê Kurd re xwest ji ber şehîdkirina fermandara QSD´ê Jiyan Tolhildanê.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.