• Hayrî Karaş ê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dihat ragirtin, piştî hat berdan bi 10 rojan jiyana xwe ji dest da. 

Hayrî Karaş ê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dihat ragirtin, piştî hat berdan bi 10 rojan jiyana xwe ji dest da. Hayrî Karaş beriya 10 rojan hatibû berdan, ji ber nexweşiya pênceşêra roviyan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat dermankirin. Malbat û xizmên Karaş cenazeyê wî li goristana li navçeya Amedê Pîranê veşartin. 

Hat zanîn ku Karaş di çarçoveya “Operasyonên KCK’ê” yên piştî sala 2009’an de hatiye girtin û sala 2013’an hatiye berdan. Karaş ji ber bûyereke edlî beriya demekê hatiye girtin û li ser rapora ku beriya 10 rojan pêşkeşî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê kiriye, hatiye berdan.

AMED